Îro roj, huner êdî têkiliya xwe bi temamî ji xwezayê birriye. Ji ber vê yekê jî di nav îndustriyeke çandî de dirûvekî xwejinûveavakirinê li xwe zêde kiriye û her xwe ji wan nirxan dişo ku bi têgehên xweza û rastiyê re têkildar in.
Ali Rıza KILINÇ
Carinan mîna xêzekê, carinan weke deng, têhn û carinan jî bi reng û dirûvên xwe yên cihê, mîna dîmen cihê xwe di jiyana me de girt. Hunerê bi rengê xwe, melodiya xwe ya efsûnî her weke berhemeke mirovî cihê xwe di nav rûpelên dîrokê de girt. Eynî mîna qulingên xwe li ber bayê demsalan berdidin, geh li gor wext, cih û geh jî li gor pêwistiya xwe weke gotineke cihê, hebûn û nasnameya xwe çêkir; di her çaxî de wê ziman û qaîdeyên xwe ava kirin.
Bi vê pêkhatinê re nirxê estetîk û ragihîner ê berhema hunerî jî guherî û diguhere. Mirov nikare behsa hunerekî bike ku li her wext û cihî tê, ji ber ku nirxekî neguhêrbar û unîversal tine. Li gorî guherînên civakî û bi gerîna çerxa zemên re di huner de estetîk dikare carinan rastiyê temsîl bike. Carinan di îfadekirina hestên mirovan de dikare, bi rolekê rabe. Carinan jî şahidiya van herduyan dike. Ji ber ku rewş û rabûna mirovî ya li hemberî xwezayê her diguhere, gava mirov xwezayê diguherîne, bîra xwe jî ango jiyana xwe ya çandî jî hildiberîne. Îro roj ku êdî sînor bêwate bûne, huner xwe li ti rêgez û qalikên hişk nagire. Bi berhemeke îndustriyel re têkilîdanîn ango veguherîna hunerî bixwe weke berhemeke îndustriyel hunerî bi tehlukeya windakirina nirxê xwe re rû bi rû dihêle. Îro roj, huner êdî têkiliya xwe bi temamî ji xwezayê birriye. Ji ber vê yekê jî di nav îndustriyeke çandî de dirûvekî xwejinûveavakirinê li xwe zêde kiriye û her xwe ji wan nirxan dişo ku bi têgehên xweza û rastiyê re têkildar in. Weke encameke vê rewşê, her weke di hemû cûreyên hunerî de, berhemên hunerî yên şêwekariyê bi hêmayên dîtbarî yên cihê yên di nav çaxê zanyariyê de, di rewşeke kompleks a wateyê de ne. Hunerê şêwekariyê yek ji alavên sereke yên derbirîna mirovan e. Têgeha nirxa estetîk ku ji roja roj ve ji aliyê gelek zanyaran ve hewla binavkirina wê hatiye dayîn û bi wesfa xweşik re navê wê hatiye hildan, her ku diçe wisa lê tê ku wesfên cihê bihewîne. Lênihêrînên nû û şêweyên hunerî yên nû, bi guherîna dinya û mirovî re derdikevin holê.
Gewde wêjeya devkî ye
Vê guherînê di hunerê şêwekariya Kurd de jî xwe bi awayên paralel nîşan da. Hunerê wênesaziya Kurd ê qedîm bi naverok û dirûv bêhtir bi gotinê ango bi wêjeya devkî tê vegotin. Lewma jî wê di nava xwe de dinyaya xwe ya hêmayan ava kir. Heke em bibêjin, çavkaniyên bingehîn ên wêjeya devkî ya Kurd dengbêjan bi kilamên xwe di heman demê de hunerê şêwekariya Kurd bi gewde kiriye, ev ê ne mubalexe be. Di xweîfadekirinên kevin û çîrokan de gelek fîgurên mîtolojîk, xwe spartin hukmê nirxê estetîk ê ji rêûresmê yanî bêhtir xwe spartin têkiliya xweza û mirovî. Bivênevê, weke gerdûn, xweda, heqîqet, xwezî, exlaq, bawerî, qencî, xerabî, wêrekî, egîdiyê têgehên çandinî ku çi rasterast çi nerasterast tevlî jiyanê dibin, bi derbirînên dengbêjan re bi formên estetîk û têgehî yên cihê ji peyvê herikîn resmê. Lê ji ber ku hîna li ser têkiliya çanda devkî bi hunerê şêwekariyê re xebatên akademîk nehatine kirin, li ser mijarê nirxandineke berfireh bi sînor e. Lê dîsa jî pêkan e ku mirov di berhemên şêwekarên Kurd ên navdar de, li rastî rêçên çanda devkî were. Serkêşiya wan jî Ahmet Guneştekin ê li Batmanê xwedêdayî ye. Ew di nav wan şêwekarên Tirkiyeyî yên hîn sax de ye ku berhemên wan bi buhayekî giran tên firotin. Resmên wî xwe dispêrin tradisyonên "dengbêjî" û "çîrokbêjî" yên çanda Kurd ku ew bi wan mezin bûye. Guh û dinyaya wî ya xeyalî bi çîrokên şevên dirêj ên zivistanê dem dane. Wî ew hemû hûrgiliyên li ser wan berik û merşên wan malên ji kerpîçê ku li wê erdnîgariya lê ji dayîkbûyî hene, xemilandî bi rengekî ku weke dayikek ji dûr ve bang li zaroka xwe bike, yek bi yek li ser resmên xwe neqişandin û bi dinyaya xwe ya xeyalî careke din ew hilberandin. Guneştekin piştî gelek salan ew hûrgilî bi parzûnka resma modern palandin û ew veguherandin hunerekî gerdunî. Pêşangeha li New Yorkê ya li yek ji navdartirîn galeriyên dinyayê Malboroughê vekirî, hîna di bîra her kesî de ye. Hemû berhemên wî di nava du saetan de hatin firotin. Şîrovekarê hunerê yê navdar ê Elman Johannes Odenthal wiha resma Guneştekin bi nav kiribû: "Resma Ahmet Guneştekin menîfestoya tradîsyoneke wiha ye ku di nav sînorên neteweyî, aliyên olî û berjewendiyên siyasî de hatiye parçeparçekirin."
Xêzkirina mîtolojiyê
Hunermendekî din ê ji hunera devkî ango ji hîkayetên dengbêjan sûd werdigire jî Fewzî Bilge ye. Ew jî li Batmanê ye. Resm û xêzên ew li ser tuwalê datîne, bi peyvê re têkiliyeke berbiçavtir pêk anîne. Ew çîn û neqşên xwe dispêre lehengên efsaneyên wêjeya klasîk a Kurd. Xêzên wî berbiçavtir in û bi xwezayê re rasterast têkildar in. Ew hewl dide bi rengên tarî mekanên dîrokî, kes û fîguran bigihîne cihekî çîrokane. Her çendî xêzên wî tîr û qalind bin jî bi jin, pîr û kal, û portreyên zarokan îşaret bi wê heqîqeta hevpar dike ku pirrekê di navbera raborî û roja îro de ava dike.
Perspektîfeke rexnegir li hunerê modern
Naveke din a di hunerên şêwekarî de xwe dispêre wêjeya devkî ya Kurd jî rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan e. Bi hinceta ku resmên di çaxê êrişên bi ser xwerêveberiyan de li navçeya Mêrdînê Nisêbînê xêzkirî, li ser medyaya civakî parve kiribûn û ji nivîsên zarokekî 10 salî nûçe çêkiribû, 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Mijarên ku ew xêz dike, guncaw in. Bi malzeme û şêweyên cihê li hunerê hevçax û estetîka wêneyê rexne digire û perspektîveke rexnegir derdixe pêş. Di serî de bi mijarên bi temaya jinê neqişandî, bi mijarên bi jiyanê re têkildar, dide pey pirsên lêgerîna heqîqeta hunerê gerdûnî û hunerê Kurdan û bi awayekî taybet bersivan dide. Di hedefa rexneyên wê de tenê desthilatdarî nîne lê hedefên rexneyên wê yên sereke hişmendiya mêrana ya li nav civakê pirr belavbûyî jî dihewîne. Gava ew şideta li dijî jinê û li dijî vê piştevaniya bi jinê re ji xwe re dike mijar reng û xêz di formên xwe yên estetîk de xwe digihînin heta bi vebêjeyên wêjeya devkî ya Kurd.
Temayên sereke yên resmên Zoro Mettînî
Resamên Kurd ên xwe spartine wêjeya devkî ya Kurd ne ev kes tenê ne. Zoro Mettînî yê li Suriyê jidayîkbûyî ji ber pirsgirêkên siyasî sala 1964’an bi malbata xwe re koçî Libnanê kir. Û li Beyrûtê akademiya huner qedand. Di sala 1972’yan de di pêşbirka Akedemiya Huner a Emerîkayê de xelata duyemîntiyê wergirt ku bi sedan hunermend tevlî bûbûn. Piştre dîrektoriya kovarên hunerî yen naskirî kir û li zaningehan ders dan. Ew tenê ne resam e, her wiha grafîker e jî. Li ser grafîkê di sala 1975’an de li ajansa reklaman Werbeagentur World xebitî û weke aktîvîst pêşengiya tevgerên hunerî kir. Di sala 1976’an de koçî Berlînê dike. Piştî hingî hêjayî gelek xelatên wêjeyî tê dîtin. Niha li Berlînê di akademiyên huner de li ser resm û grafîkê dersan dide.
Temayên sereke yên resmên Zoro Mettînî vebêjeyên wêjeya devkî û tradîsyonel e. Ew ji derfetên hunerê resma modern sûdê werdigire û mijarên wekî azadiya jinê tinetî, rastgobûn, bawerî û çînên civakî bi şêweyê xwe diresimîne.
Mirov dikare bibêje ku li Başûrê Kurdistanê jî çanda devkî tesîr li hunerê resmê kiriye û pê re, hunerê resmê qaîdeyên xwe yên estetîk ava kirine. Her çendî dîroka wê ji mêj ve be jî, li herêmê ekola resmê bi komekê dest pê dike ku serkêşiya wê Kurdê Cihû Daniel Qasab e. Tevgera resmê bi 1930’î li Hewlêrê kad dide û hîn di salên 1950’î de li Silêmanî û Dihokê bi pêş dikeve. Weke dewama vê jî di salên 1970’yî de resmê atmosfera xwe çêkir. Piştî destkeftiyên li dijî rejîma Iraqê û bi ketina Sedam Huseyin re di sala 1991’ê de bi avakirina parlamenê re hunerê resmê yê Kurdan jî di bin banê desteya çandê de bi pêş ket û bi hêz bû. Reşam Evdilmitalib Gerdî û Dr. Soran Simaîl jî ji wan kesan in ku bi vê ekolê re tevlî ekola resma Kurdan bûne. Hêza xwedî roleke mezin di berhemên van herdu resaman de li ser fîgura xwezayê dirûv digire. Bi taybetmendiyên rojhilatî yên karakterîstîk fîgur, xeml, sawêr, reng û hwd. mîna kodên jiyana çandî dewsên xwe li ser xebatên resmê hiştine.