Hêzên Sûriyeya Demrokatîk (QSD) her diçe mezin dibe. Gelek hêzên leşkerî ji bo hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer bike beşdarî  QSD’ê dibin. 15 hêzên leşkerî yên Heleb û Îdlibê bi daxuyaniyekê  tevlêbûna xwe ya di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, radighînin.

Daxuyaniya ku ji aliyê fermandarekî van hêzan hate xwendin wiha ye:″Di dema dawî de di rewşa Sûriyeyê de gelek guhertin çêbûne. Teror li gelek herêmên Sûriyeyê belav bûye. DAIŞ û hevalbendên wê û rejîma El-Baas, serkêşiya diyardeya terorê dikin. Piştî ku hêzên QSD’ê bi alîkarya Koalîsyona navnetewî pêşketinên mezin li Kantona Cizîrê bidest xistin û çeteyên DAIŞ’ê ji gelek deveran têk birin. 


QSD bû hêzê netewan

Di nava Hêzên Sûriyeya Demrokatîk (QSD) de Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Hêzên Firqeya 30, Tugaya Şehîdên gundewarê Helebê, Tugaya Eyîn Calût, Tugaya 99 Muşat, Tugaya El-Hemze, Tugaya Keikaa, Tugaya Misyonên Taybet 455, Tûgaya Selcûqiyan, Focê 102, Ehrar El-Şemal, Hêzên Êlên Heleb û gundewarên wê, Cebhet El-Ekrad, Hêzên YPG, Hêzên YPJ cîhe xwe digirt û niha jî 

15 hêzên leşkerê yên Heleb û îdilibê beşdarî QSD’ê de bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 10’ê Cotmeha 2015’an de hat avakirin û di 15’ê heman mehê de bi rengekî fermî hat raghandin. Di 31’ê heman mehê de jî Operasyona yekemîn a vê hêzê bi armanca rizgarkirina bajaroka Holê yê li başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê, hat destpêkirin. Bajaroka Holê di 13’ê Mijdarê de hat rizgarkirin.  Pişre jî operasyonên QSD’ê  ji bo rizgarkirina gûndên derdor Holê berdewam dikin. 


 HESEKÊ