Yekîtiya Ciwanên Rojava, li hemberî êrîşên li ser herêmê, bi armanca ku hîn zêdetir di nava xebatên parastina nirxên şoreşê de cîh bigire, di nava seferberiyê de ye. Li gel xebatên perwerde, rêxistinkirin û çareserkirina pirsgirêkên ciwanan, yek ji xebatên bingehîn jî tevlîbûna nava refên YPG/YPJ’ê ye.
Ji destpêka Şoreşa Rojava ve tevgera ciwanan jî van xebatên xwe dimeşînin û bi hezaran ciwanan cihê xwe di xetên parastinê de girtin.
Hemleya ‘Li Rojava Xwedî Derve’
Li hemberî her êrîşek dijwar a li ser herêmê, ciwan jî ji bo parastina nirxan hemleyên mezin didin destpêkirin. Hemleya dawî jî bi navê “Li Rojava Xwedî Derkeve” di 1’ê Tîrmeha 2015’an de li her sê Kantonan (Cizîr, Kobanê, Efrîn) hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, li aliyekê civîn û semînerên agahdarkirina li ser rewşê û herêmê têne lidarxistin, li aliyê din jî ciwan ref bi ref tevlî YPG/YPJ’ê dibin.
Li Kantona Cizîrê 2 hezar ciwan
Li gorî agahiyên ku Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Ruheyv Agirî dane, tevlîbûna ciwanan ji destpêka şoreşê ve heye, lê bi vê hemleya dawî re zêdetir bûye. Di vê çarçoveyê de li Kantona Cizîrê di nava 3 mehên dawî de 2 hezar ciwan tevlî nava refên YPG û YPJ’ê bûne.
‘Şertên tevlîbûnê hene’
Ruheyv Agirî destnîşan kir ku gelek ciwan dixwazin tevlî YPG/YPJ’ê bibin, lê ew li gorî şertên tevlîbûnê yên ku YPG diyar kirine tevdigerin û wiha dom kir: “Şertên beriya niha hatine diyarkirin hene. Ew jî divê ciwanên dixwazin tevlî bibin, temenê wan 18 û ji 18 saliyê mezintir be. Beriya ku tevlî bibin jî em li ser YPG/YPJ’ê agahdariyê dikin û wan perwerde dikin. Bi vî rengî YPG/YPJ’ê bi wan didin naskirin. Di encamê de biryara tevlîbûnê ew bixwe didin. Yanî ciwan bi dildarî tevlî dibin.” Hemleya ciwanan hîn jî berdewam dike.