Akademiya Şehîd Feysel Ebu Leyla ya perwerdeya leşkerî, dewreyeke nû bi dawî kir. Di vê dewreyê de 132 ciwanên Reqayî perwerde bûn.

Dewre bi navê Şehîd Mistefa Mistefa yê di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûyî, hatiye binavkirin. Di dewreya 15 rojî de şervanan dersên leşkerî yên derbarê hunerên şer û bi karanîna çekan de wergirt.

Ji bo bidawîbûna dewreyê merasîm hat lidarxistin. Paşê ku şervanan sûnda leşkerî xwar û soz da ku wê layiqî baweriya gel bin û parastina xak û gelê Sûriyê bikin, û heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê tekoşîna xwe bidomînin.

Berdevkê fermî yê QSD`ê Mîralay Telel Silo diyarkiribû ku hêzên wan bi alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî qederê 2 hezar û 500 şervan ji ciwanên Reqayê perwerde kirine. Her wiha Silo da zanîn ku ev şervan wê beşdarî rizgarkirina herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê bibin û piştre parastina herêmên xwe bikin.

Dewreya Şehîd Mistefa, dewreya 6`emîn a Şervanên Xezeba Firatê ye ku li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya perwerdeya leşkerî bi dawî dibe.


 KOBANÊ