Ya din jî şerê navxweyî yê li Sûriyê û helwêsta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan bi giştî û nexasim jî Rojava bû. Weke mijara sêyem jî Şerê li dijî DAIŞ´ê, Başûrê Kurdistanê û gihandina sîlehên Elman a Başûrê Kurdistanê bû.


Weke serjimareke etnîk referandûm

Rojnameya Die Welt bi xwe pirsa "Gelo Tirkiye bi referandûmekê re rûbirû ye" dike û dibêje, heke encama dengdayîna roja înê (îro) weke ya sêşemê be, hingê Erdogan dikare welêt ber bi referandûmekê ve bibe. Lewra ev betalkirina mafê destnedanê guhertineke destûra bingehîn e û jê re pirraniyeke mutleq a ji sê para didu divê. Bi her halî nivîskar Deniz Yucel berê awira xwe daye ser matematîka dengdayîna sêşemê û gotiye, îhtîmal e ku hejmara CHP´yiyên dengê erê dayî gelek be û hejmara AKP´yî û MHP´yiyên dengê "erê" nedayî jî dibe ku ji şeşan bêhtir be. Rojnamevan îşaret bi wê yekê dike ku Erdogan biryara referandûmê bide jî divê beriya wê li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk a derbarê miracaeta HDP´ê de bimîne. Li gorî Die Weltê referandûm wê veguhere serjimareke etnîkî ku wê duqutbûna civakî ya li Tirkiyeyê bike duqutbûneke etnîkî jî û vê weke tehlûkeyeke mutleq dinirxîne.


Rewş wê herhal xirabtir nebe

Rojnameya navenda wê li Berlînê Die Tagesspiegelê nûçegihanê xwe Hannes Heine şandiye nav civaka Kurd a li Berlînê. Li komeleya Navenda Kurd jî di serî de siyasetvan Kazim Baba, bi Kurdan re li ser mijara betalkirina mafê destnedanê peyiviye. Heine îşaret bi dengdana roja înê (îro) dike û dibêje, ji bo 80 hezar Kurdên li Berlînê ev cihê dax û xemê ye, heke mafê destnedanê yê parlemanterên HDP´ê were betalkirin. 

Heine balê dikşîne ser êrişên Tirkên neteweperest ên li dijî civaka Kurd û ji devê Baba dibêje: "Heke mafê destnedanê were betalkirin, rewşa heyî wê pirr xirabtir nebe. Ji xwe gelek tişt qewimîn." Rojnamevan Heine jî li gotinên wî zêde dike ku Tirkên faşîst buroya hilbijartinê ya HDP´ê li Berlînê şewitandibûn, û li navendeke bajêr jî çekdarên wan civiyabûn.

Rojname paşê jî balê dikşîne ser vekirina nûneriya Rojavayê Kurdistan li Berlînê û dibêje, PDK ya muhafezekar li Başûrê Kurdistanê desthilat e, li Rojava PYD ya sosyalîst diyarker e. Heine îşaret bi wê yekê dike ku nûnerî bi îhtîmam bihevrejiyana Kurd, Ereb, Tirkmen û Xiristiyanan li Rojva derdixe pêş û doza alîkariyê li Elmanyayê dike da ku ambargoya li dijî Rojava were rakirin.


Tirkiye dixwaze şerê li Sûrî nexasim li dijî Kurden bi kar bîne

Saziya agahdarkirinê ya înternetê Freieweltê nûçeyeke analîz a berfereh li ser helwêsta siyasî ya Tirkiyeyê li ser mijara şerê li Sûrî weşandiye û dibêje, Rûsya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) di biwara planên Erdogan ên Sûrî de hişyar dike.

Li gor nûçeyê Rûsya ji YE´yê dixwaze ku destekê nede plana Tirkiyeyê ya avakirina "herêma ewle" li Bakurê Sûriyeyê, lewma Tirkiye wê vê herêmê ne li dijî DAIŞ´ê lê li dijî Kurdan bi kar bîne.

Di nûçe analîzê de îşaret bi wan nîşaneyan tê kirin ku zêdebûna çalaktirbûna Tirkiyeyê li Sûriyê darîçav dikin û bi gotinên Erdogan ev ê "qaşo" li dijî DAIŞ´ê be. Lê belê di rastiye de Tirkiye (li Sûriyeyê jî) li dijî Kurdan şer dike.

Nûçe îşaret bi daxuyaniya dîplomatê Rûs Çîşow dike ku YE´yê hişyar dike da ku desteka YE´yê veneguhere berdêleke ji bo "bazara alîkariya Enqerê ji bo rawestandina koçberiyê".

Duşema bihurî jî Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lawrov dugêsinî kir ku Tirkiye xwedêgiravî li dijî DAIŞ´ê xwe nîşan dide lê belê di rastiyê de ji bazara bi vê DAIŞ´ê re sûdê werdigire.


Iraq li ber nemanê ye

Rojnameya Elman Badische Zeitungê jî îşaret bi wê yekê dike ku Iraq ji sala 2003´yan ve bi tehlûkeya parçebûnê re rûbirû bû, lê niha rewş herî zêde xeter e ji bo Iraqê. Rojnameyê dagirkirina parlemana Iraqê bi bîr xist û got, çerxa ewlekariyê li welêt naxebite. Rojname dibêje sîstema li Iraqê li ser parvekirina erk û çavkaniyan li gorî komên etnîk û dînî ji berê ve hatiye diyarkirin û sîstemeke bi vî rengî ji bo demên dirêj ne bi îstîqrar e; lewma heger ev komîn etnîk û dînî bi demê re nasnameyeke hevpar a neteweyî bi pêş nexin, ew ji hev dûrtir dibin û sîstem difeşkile. Li gorî rojnameyê li Iraqê jî dilsoziya Kurdan bi Kurdan, ya Suniyan bi Suniyan û ya Şîiyan bi Şîiyan heye. Hewldana Abadi ya guherandina sîstemê jî li gorî rojnameyê êdî dereng maye û Kurd êdî muhtemel e ji dewleta navendî veqetin. Dema ev biqewime li gorî Rojnameyê hikûmeta navendî wê bi DAIŞ´ê nikaribe û bêhtir pişta xwe bide Îranê.


LUQMAN GULDIVÊ






Elman divê fêrî Kurdî bibin


Gotinên zimanzan prof. Angelika Redder ya ji zanîngeha Hamburgê ji bo nûçeya kanala nûçeyan a Elman N24´ê bûye mijareke berfireh.

Li gor reederê Diva pêvajoya întegrasyona koçberan di warê ziemen de jî ne Yen alî be û gotinên xwe weha xurt dike: "Halê normal ê dinyayê ew e ku pirrzimanî be. Lê belê li Elmanyayê em demeke dirêj fêrî yekzimanîbûnê bûn. Bi ya min xizanbûnek e heke yekzimanîbûn di asta gerdûnî de bi destê Ingilîzî were berfirehkirin."

Li gorî wê, Elman dikarin bi rêya Tandemê koçberan fêrî Elmanî bikin û ji wan jî fêrî Erebî yan jî Kurdî bibin. Prof. Angelika Redder dibêje, zimanên wekî Fransî û Spanî di jiyana rojane de zêde ji bo xwendekaran ne xwedî nirxekî komunîkatîf in, lê belê zimanên koçberan ne wisa ne û xwedî nirxekî yekser ê komunîkatîf in. 


 FRANKFURT