16’ê Nîsanê li Tirkiyê referandumek ne rewa pêk hat û encam jî ne rewa bûn. Dibin zilm û zora giran de, di rewşa darbeya demdirêj de, gel her tişt da ber çavê xwe û wisa çû dengdanê. Lê belê ev ne cara yekê ye, AKP vê tîne serê Tirkiye û Kurdistanê. Di esasê de vê pêvajoya ne rewa 7’ê Hezîrana 2015’an dest pê kir. Kengî AKP’ê encamên hilbijartina ku ew têk biribû, qebûl nekir, hingî darbeyê dest pê kir. Encama rewa serkeftina eniya gelan a di pêşengiya HDP’ê de bû. Belkî yekem car di dîroka komara Tirkiyê de di wî astî de, demokrasiyê xwe dabû der. Lê ne hêsan bû, ev rewşa nû ya serkeftina demokrasiyê li welatê darbeyên sîstematîk Tirkiyê were daqurtandin. Lewma AKP’ê bi îtîfaqa şer xwest pêşî li vê serkeftinê bigire. Vîna ji sandiqê derketî nehat naskirin û darbeya AKP’ê bi kontrol û demdirêj ket meriyetê. Ew vîna ku AKP têk birî, di serî de bi rêjeyek bilind Kurd bûn. Lewma dora tolhildanê bû ji bo AKP’ê. Lê Kurdan bergiriya vê darbeyê kirin. Em bi bîr bixin, tebaxa 2015’an li dijî darbeya AKP’ê gelê Kurd xwedî li vîna xwe derket û rêveberiyên xweser ragihand. Lê bi navê muxalefetê, binavê siyaseta demokratîk xwedîderketina li vîna ji sandiqê derketî lawaz ma. Gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe derket, serî li dijî darbeya faşîst a AKP’ê netewand. Lewma jî berdêlên giran dan. Dawî, 16’ê Nîsanê AKP’ê xwest vê darbeya xwe ya bi îtîfaqa şer pêk, bi referandumek ne rewa, rewa û mayînde bike. Sandiq hatin danîn û gel dibin siya darbeyê de çû deng da. Encam, elbet nepejirandina Faşîzm û dîktatoriyê bû, encam Na bû. Lê belê heman zêhniyeta 7’ê Hezîranê liser kar bû. Lewma encama rewa careke din qebûl nekir. Lê vê carê rê guherandin, deseteya hilbijartinê xistin dewrê û encamp manîpule kirin. Ya rastî qala diziyê kirin, dê ne di cih de be, AKP-MHP bi awayeke eşkere, bi zor û zextê, li pêş çavên cîhanê bi encaman lîstin û ber bi Erê ve guherandin. Welatê darbeyan, mîratxwerê darbe liser darbeyê pêk neyê, nameşe. Ev jî weke darbeya bi hevkariya desteya hilbijartinê di bîran de ma. Pêşî ev hewldana AKP û Netewperest û Kemalîstan a Kurdan dengê Erê anî çend gotinan heq dike. A yekem AKP’ê dengên Erê ji Kurdan qezenc nekiriye, ev sedî sede. AKP hîn 7’ê Hezîranê li Kurdistanê têk çû û piştî ew qas hovîtî, hele piştî Cizîr û Sûrê ne pêkane Kurd, polîtîkayên qirkirinê Erê bikin. Lewma ev bêbextiye û berevajîkirina rastiyê ya herî xirabe. Kurdan tevî zor û darbeyê, kuştin dan ber çavan û gotin Na. Dinya alem vê dizane. Lê AKP dixwaze vê rewşa ne rewa, bi Kurdan rewa nîşan bide. Ev lîstik nagire. Divê ew jî bizanin. Ya diyan, ew derdorên dibêjin Kurdan dengê Erê da û AKP serxist, bila ji bîr nekin ku wan rêya AKP û tifaqa şer vekirin. Wan hişt siyaseta demokratîk a Kurd û Tirkiyeyî bê kelepçekirin û wan hişt darbe liser darbeyê pêk were. Ma ne ew bûn, bi ruhê Yenîkapi li pey hev bûbûn rêz…Careke din heqîqetek dertê, ew jî dijminahiya li dijî Kurdan çi dibe bila bibe, naguhere. Eve ew kevneşopiye ku gunehê xwe jî nade Kurdan, ji bilî Kuştin û qirkirinê ti tiştî rewa nabîne. Lewma bê rûne, lewma bê şermin. Jibo xwesipartina siyaseta AKP-Erdogan veşêrin, berê xwe didin Kurdan.
Gotina din jî derbarê helwesta siyaseta dinê de ye. Dinê ji roja pêşî ve temaşe kir, lê bi temkîn temaşe kir. Piştî ku Erdogan serkeftina xwe ya ne rewa, bilez ragihand fikar û guman jî hêdî hêdî xuya bûn. Ewropa û Amerîka ji encamê ne razî ne. Her wiha rapora AGÎT ya hatî eşkerekirin, bi gumanan dagirtiye. Ev helwesta siyaseta dinê gelek giringe û dê bandorek ciddî li rewşê bike. Ji ber ku AKP-Erdogan pişta xwe dan dinyayê, her roj bi qîr û war meydan xwendin, her wiha hemû hebûna xwe jî dan ber encamên vê dengdanê. Niha encama derketî, têra xwexilaskirina Erdogan nake, ji ber lepên hêzên cîhanî. Lewma we rûyê wan dît, piştî serkeftina ne rewa, di axaftinên destpêkê de, tijî tirs û fikar bû. Ew bes bû, bê fêmkirin, ka ev encam dê çiqas bes be, ji Erdogan re ku bi cîhanê re li hev bê.
Dawiya dawî, hîle, dek û dolap, dizî û darbeya desteya hilbijartinê, têrê nekir Erdogan bi ser bikeve. Têkçûna wan, eşkere ye. Encama ne rewa ne maqule were qebulkirin. Li hundir eger muxalefetek baş hebe, ku heya niha derneket holê û komên derketin qadan bi tenê man, dikare rewş biguhere. Li derve encamên ne rewa zehmete were qebulkirin. Ji ber vê, ev rewş dê Erdogan rihet nehêle. An dê encam betal bibin û dubare bibe, an jî dê ev rêveberî û pergala nû weke Faşîzm û dîktatoriyê ji aliyê hemû cîhanê ve were pêşwazîkirin. Rêyek din a derketina ji vê rewşê tineye.
An rêveberiyek ne rewa, an go AKP-Erdoganek xwedî pergala faşîst, an jî careke din rê û rabazên demokrasiyê dê bikevin dewrê. Yanî du rê hene niha li Tirkiyê, rêya sêyem an go navber demdirêj ne pêkane, rewş wisan nameşe. Ne herêma me, ne jî rewşa cîhanê Tirkiyeyek wiha dinavberê de dê çiqas bikare hilgire. Û Kurd elbet, wê destûr nedin ev desthilatdariya faşîst mayînde bibe. Ji xwe ev gotegota dij Kurd, hinek jî xwedî armanca şikandina vê helwesta Kurdaye, lê valaye. Kurd cardin dê çarenûsa vê pergala Erdogan a faşîst ku liser qirkirina Kurdan dixwaze mayînde bibe, dê diyar bikin. Dinyaya Erdogan bi zore, lê ya Kurdan bi dore. Roj dê bê…