Gerîlayên HPG’ê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê li hêzên dagirker da. Hat zanîn ku di çalakiyan de gelek eskerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “Roja 31’ê Tebaxê saet 20:30’î hêzên me li Girê Lêlikan ê herêma Bradost a Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker çalakiya sabotajê kir. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tesbîtkirin.”
HPG´ê da zanîn ku 2´yê Îlonê jî hêzên dagirker ên li ser vî girî bûne armanca êrişa gerîlayan: “Roja 2’ê Îlonê saet 07:10’an cara duyemîn hêzên dagirker ên li Lêlikanê bûn hedefa hêzên me. Ji çar baskan ve li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirker nehate tesbîtkirin.”
Ji bo çalakiya gerîlayan a li Barzanê jî HPG´ê got, “Heman rojê hêzên me saet 10:30’î li girê Şehîd Mûnzûr ê nêzî Girê Xwedê yê herêma Barzanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek lidar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”
ANF/BEHDÎNAN