
Hêzên bi ser rejîma Sûriyê û hêzên paramilîter ên rejîmê 19´ê Nîsanê êriş birin ser hin nuqteyên asayîşa rojava û sivîlan. Di encama bersivdayîna hêzên asayîşê de şer qewimî. Hêzên asayîşê sivîl parastin û şerê êrişkaran kir. Di encama şer de heta roja şemiya bihurî gelek nuqteyên di destê rejîma Sûriyê de hatin rizgarkirin, û girtîgeha Alaya ya li Qamişlo jî ji hêzên rejîmê hat paqijkirin. Ji bilî 31 kuştiyên hêzên rejîmê 102 endamên wan jî dîl ketin destê hêzên asayîşê û YPG´ê de. Di heman demê de ji ber topbaranê û êrişên rejîmê 17 sivîl şehîd bûbûn.
Piştî ragihandina agirbesta roja şemiyê jî hevdîtin di navbera heyeta rejîmê û rêveberiya kantona Cizîrê de pêk hatin û doh hat ragihandin ku di encama van hevdîtinan de aliyan li ser rawestandina şer li hevkiriye û ev jî bi neh xalan sabit kirine.
Asayîşê îsbat kir dikare sivîlan biparêze
Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê, xalên vê hevdîtinê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Civîna Çapemeniyê li navenda Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Desteya Karê Hundir, Kenan Berekat axivî.
Berekat di destpêka axaftina xwe de, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şifa jî ji birîndaran re xwest.
Berekat da zanîn ku di şerê ji ber êrişên hêzên rejîmê de diyar bû ku Hêzên Asayîşê dikarin sivîlan biparêzin û li hember êrişan bisekinin. Berekat got, ew ji bo hemû êrişên bi vî rengî amade ne û ew ê sivîlan biparêzin.
Bîlançoya şer
Berekat di axaftina xwe de bîlançoya şer jî fermî diyar kir. LI gorî vê 7 endamên hêzên Asayîşê, 3 endamên YPG’ê 3 endam, endamekî Hêzên Parastina Civakî, û 17 sivîl şehîd bûn. Ji hêzên rejîmê jî bêhtirî 30 kesî hatin kuştin û 102 kes jî dîl hatin girtin.
Berekat di axaftina xwe de xalên ku di hevdîtinê de li ser hatiye lihevkirin dan zanîn. Li gorî vê aliyan li ser xalên li jêr li hev kiriye:
9 Xalên lihevkirinê
1- Di navbera herdu aliyan de rawestandina şer û li gorî wê tevgeriyan.
2- Rêxistina koma Dîfa Wetenî ya girêdayî rejîmê di ber çavan re bê derbaskirin û di dema pêş de bê lexwkirin.
3- Meaşên memûran neyên qutkirin, karmend neyên tehdîtkirin û zor li wan neyê kirin ku bibin çekdarên rejîmê.
4- Hemû kesên girtî yên herdu aliyan bên berdan.
5- Pêşwazîkirina ziyana madî ya di encama êrîşa li dijî taxên sivîl de û tazmînkirina malbatên sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane.
6- Divê rejîm tevlî kar û barên gel û civakê nebe.
7 – Rewşa awarte ya li bajêr bê bidawîkirin û jiyan vegere asayîbûnê.
8- Her hêzek dê li cihê ku niha lê ye bimîne.
9- Çênabe Artêşa Sûriyê ciwanên Rojava, bi darê zorê bibe eskeriya xwe.