Rejîma Îranê ji sala 2010'an ve li ser rûbara Sîrwan dest bi çêkirina Bendava Daryan kiriye, ji niha ve ji ber bilind bûna avê li aliyê Rojhilat metirsî li ser cihên dîrokî çêkiriye. Herweha li Başûr jî rê vekiriye li ber hişkbûna berhemên çandiniyê.
‘Pêşiyê li vê projeyê bigirin’
Têkîldarî mijarê berpirsê Rêxistina Jîngehparêziyê ya Helebce, Hewreman Sicadî ji ajansa nûçeyan RojNewsê re axivî û got: “Me di destpêka çêkirina Bendava Daryan de behsa tehlûkeyên ji ber bendavê hene kir. Çend caran jî bi rêya daxuyaniyan me rayedarên Herêma Kurdistanê ji rewşa heyî agadar kir. Me daxwaz ji wan kir ku bi rêya Balyozxaneya Îranê pêşiyê li vê projeyê bigirin ku ziyana wê li Başûrê Kurdistanê digihîne."
Hewreman Sicadî ragihand ku niha ava bendavê bilind bûye û weha anî ziman: ”Ji ber bilindbûna ava bendavê metirsiyek mezin li ser cihên dîrokî, çandî û jîngeha aliyê Rojhilatê Kurdistanê dike. ”
‘Helwesta me dewam bike’
Herweha Çalakvanê Jîngehî Asî Fayeq jî diyar kir ku mixabin dewleta Îranê bi rêya çêkirina bendavan hewil dide ku cihên dîrokî, olî û çandî yên Hewramana Rojhilatê Kurdistanê j holê rabike û got: "Di rêya girtina bendavê de av bilind dibe û çend gundên weke Hecîc, Riwaw, Silênî û Kanî Bil di bin avê de dimînin. Helwesta me hebû, lê mixabin ji ber sedemên siyasî berpirsên me nekarîn rê li pêşiya çêkirina bendan bigirin."
Bendava Deryan li Hewrama Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve li ser rûbara Sîrwan hatiye çêkirin û li nêzî bajarê Pawe û li gundê Daryan e. Bilindiya wê 155 metro ye. Proje sala 2010'an destpê kiriye. Herweha rûbara Sîrwan derbasî Başûrê Kurdistanê jî dibe.
CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS/HELEBCE