Li Hewlêrê di bin pêşengtiya Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê de bi beşdarbûna nûnerên partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Bêhrûz Alxanî hat şermezar kirin.
Li Parka Şanedar a Hewlerê pêr bi pêşengtiya Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê bi beşdarbûna 14 partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat li darxistin û di çalakiyê de bi tundî darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Bêhrûz Alxanî yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatî bi darve kirin hat şermezar kirin.
Çalakiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser navê Ferderasyona Girtiyên Siyasiyên Herêma Kurdistanê, Fuad Zîndanî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “ Rejîma Îranê demek beriya niha girtiyê siyasî yê Kurd Sîrwan Nejawî bi darve kir û niha jî girtiyê siyasî yê Kurd Bêhrûz Alxanî û 5 girtiyên din li girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê di seatên berbangê de bi darve kirin. Dagirkerên Kurdistanê nêzî sedsalekê ye heman siyasetê li hemberî gelê Kurd bi kar tîne, li rexmê vê yekê jî îro gelê Kurd xwedî îradeye û xwedî hêz û vîna xwe ye. Ew serdema ku bi navê Sûnitiyê û Şîetiyê gelê Kurd ji holê rabike, derbas bû.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rejîma Îranê kir dawî li darvekirinên xwe bîne û wiha pêde çû: “ Divê li hemberî van kiryarên rejîma Îranê saziyên civakî, saziyên mafê mirovan û gelê Kurd bê deng nemînin û bibin xwedî helwest û li dijî Îranê doz vekin. Em careke din kiryarên rejîma Îranê şermezar dikin.”
Kurdistaniyên Brukselê Îran şermezar kirin
Li paytexta Belçîka Brukselê li ber konsulxaneya Îranê çalakiyek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK)’ê pêr piştî nîvro Kurdistaniyên paytexta Belçîka Brukselê li ber konsulxaneya Îranê xwepêşandanek lidar xistin.
Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê li gel barîna baranê beşdarî çalakiyê bûn.
Girtiyê siyasî yê Kurd Bêhrûz Alxanî roja çarşemê, 26’ê Tebaxê li zindana navenda ya Urmiyê li gel 5 kesên din hat darvekirin.
HEWLER/BRUKSEL