Rejîma Îranê 25 kolber binçav kirin
Hêzên pasdarên rejîma Îranê li sînorên Hewremana Rojhilatê Kurdistanê 25 kolber binçav kirin û dest danîn ser malên wan.
Li gorî nûçeya KolberNews, şevê din hêzên pasdarên rejîma Îranê li baregeha sînor a bi navê Milepesk a herêma Hewremana Rojhilatê Kurdistanê êrîşê kolberan kir, 25 kolber binçav kirin û dest danîn ser malê kolberan. Her wiha hate diyarkirin ku kolberên hatine binçavkirin ew şandine baregeha Hanegermele ya pasdaran li Hewreman.
20 roj in di greva giştî de ne
Hêjayî gotinê ye ku girtin û binçavkirina kolberên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve di demek de ye ku kasibkar û dikandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê 20 roj in di greva giştî de ne.Kasibkar û dikandar diyar dikin ku heya sînorên kolberan neyên vekirin, nirxê bac û gumrikê kêm nebe, wê greva wan berdewam bike. n SINE