Hefteya derbasbûyî, rojnameya Şerq el-Ewset nûçeyek weşand. Tê de radigihîne ku şandeyek ji rêveberiya xweser a ji çend rêveberên gelên kurd, ereb, suryan li baregeha Himêmîn ya Rûsî bi rayedarên Rûs re civiyan e. Rêveberiya Xweser hê di vî warî de tiştek negotibû vê nûçeyê di çapemeniyê de cih girt. Berê jî gelek hevdîtin li vê baregehê li gel rayedarên Rûs çêbûbûn. Piraniya van civînan jî bi armanca peydakirina çareseriyekê pêk hatine. Rûsya hewl dide Rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser li hev bîne.

Di ser vê nûçeyê û vê civînê re hê çend roj derbas nebûbûn, nûçeyeke din li ser navê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Îlham Ehmed di heman rojnameyê (Şerq el-Ewset) de derket û dibêje: “Rejîmê qebûl kiriye li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyalogê bide destpêkirin”. Lê dema me ji aliyên peywendîdar ên rêveberiya xweser pirsî, gotin; “Me tiştekî bi vî awayî negotiye û tenê ya ku çêbûye ew e; Rûsiyayê soz daye ku zextê li Rejîmê bike da ku dest bi diyalogê bike.

Ya balkêş dema weşandina vê nûçeyê ye. Ji ber ku di wê demê de Rûsyayê şandeyeke Rêveberiya Xweser ji bo hevdîtinê xwendibû Himêmînê. Dîsa di heman demê de aloziya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li Idlibê mezin bûbû. Ev bûyerên xelekwarî û li pey hev cihê pirsê ne; gelo Rûsya Bakurê Sûrî weke qert bi kar tîne ?

Ji ber ku dema nûçeyeke bi vî awayî hat weşandin, şandeyeke Rûsî ji bo aloziya li Idlibê, diçû Tirkiyê. Mesaja ku Rûsiya dixwast bide jî ev bû; mesela kurd di destê min de heye. Ez dikarim wan û rêjîmê nêzî hev bikim ger hûn tewîzan nedin min.

Heta vir mirov dikare di çarçoveya siyaseta rojane û konjukturel de fêhm bike, lê di vê qonaxê de daxuyaniya rêveberiya Şamê da sosret bû. Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê rejîmê Feysel Mîqdat got; “Mijara Rêveberiya Xweser xeta sor e”. Yanî rasterast dîsa gefan dixwe û dibêje, hûn ê xwe teslîm bikin an jî em ê bi dewleta Tirk re li hev bikin li dijî we. Ev gotin jî ne tenê îddîa yan jî çavtirsandinek e. Bûyerên diqewimin jî niyeta rêveberiya Şamê diyar dikin. Ji ber ku piştî daxuyaniya Feysel Mîqdat, çeteyên ser bi dewleta Tirk ku ev serê çend salane rejîm bê serûber wan dide ber topan nikare ji rojavayê Helebê derxe(Kefer Hemra- Hirêtan- Heyan û hwd.) ..lê 16 Sibata 2020 bi carekê ji van deveran vekişiyan. Piştî vê vekişandinê, herêma Şehbayê, bi taybetî Til-Rifet bê serûber hat topbarankirin.

Diyar e ku dîsa bazareke qirêj li ser vir heye. Lê gelo bazar li ser Til-Rifetê ye an jî Kobanê ? Li gorî ku xuya dike, wê ne Til-Rifet be, ji ber ku ketina dewleta Tirk û çeteyên wê ya Şehbayê, bajarê Helebê û bajarokên Nûbil û Zehra yên ser bi Îranê ve rasterast dixin xeteriya êrişa dewleta Tirk. Jixwe armanca dewleta Tirk a sereke qirkirina Kurdan e, lewma bi îhtîmaleke xurt bazar li ser Kobanê ye. Dewleta Tirk bi dagirkirina Kobanê dixwaze herêmên dagir kiriye bigihîne hevdu (Girê spî û Cereblûs).

Ya ku Rûs û rejîm dixwazin bikin ew e; careke din van çeteyên ser bi dewleta Tirk (Nûsra û bermahiyên DAIŞê) berê wan bidin deverên Rêveberiya Xweser û bi vê yekê hêzên Bakurê Sûrî bi qasî ji wan tê zeîf bikin û her weha xwe ji van çeteyan jî xilas bikin. Ji ber ku armanca vê rejîma kursîperest ne Sûrî û gelên Sûrî ye, armanca wê parastina kursî ango desthilata xwe ye. Her devera ku rejîmê kontrol kiriye, em bala xwe didinê, wêran e. Ji bo rejîmê erdnîgarî girîng e, lê di vê erdîngariyê de welatî hebin an nebin, gel hebe nebe zêde ne girîng e. Rejîmeke ewqasî riziyaye ku ji dîrokê jî ji rewşa heyî jî dersê dernaxe.

Jixwe Rûsya tenê û tenê berjewendiyên xwe difikire û aramiya li Sûrî ne xema wê ye. Ji bo hevsengiya xwe ya bi Tirkiyê re jî dikare gelek tiştan li erdê bixe. Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî got: “Rûsiya ti projeya xwe ji bo demokratîkbûna Sûrî nîne û ew jî ji rejîmê cuda nafikire.”