Hovîtiya rejîma Îranê ya li dijî girtî û dîlên azadiyê bi dawî nabe. Hat ragihandin ku pêr di saetên sibehê de dîlên azadiyê Hebîbullah Gulperîpur û rêhevalê wî Riza Îsmaîl ji hucreya yek kesî birine beşa qerentînayê. Bavê Hebîbullah Nasir Gulperîpur aşker kir ku duh sibê çavkaniyên îtlaatê agahî dane wan û gotine ku dîlên azadiyê hatine darvekirin.

Dîlê azadiyê Hebîbullah Gulperîpur di sala 1987’an de li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, di 27’ê îlona 2008’an de dema ku ji Mihabadê ber bi Ûrmiyeyê ve bi rê diket, ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin. Piştî çend mehan di Girtîgeha Sine û Kirmanşahê de rastî gelek zext û îşkenceyan hat, ji aliyê dadgeha bajarê Mihabadê ve bi îdiaya ‘Endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK’ê ye û di rêxistinkirina dayikên aştiyê yên Mihabadê de cihê girtiye’ cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Li gorî agahiyên ku ji bavê Hebîbullah Gulperîpur Nasir Gulperîpur hatine girtin, pêr serê sibê kurê wî bi awayekî hovane ji hêla rejîma Îranê ve hatiye darvekirin. Bavê Nasir aşkera kir ku piştî wî xebera darvekirina kurê xwe bihîst, ew çûye Girtîgeha Ûrmiyeyê û ji wî re hatiye gotin ku kurê wî hatiye darvekirin û wiha got: “Heya niha rayedaran tu daxuyaniyek fermî der barê darvekirina kurê  min de nedane.”
 
Reza Îsmaîl jî îdam kirin 

Her wiha hat ragihandin ku rejîma Îranê girtiyê siyasiyê  Reza Îsmaîl jî ligel Hebîbulla Gulperîpur li Selmasê bi darvekiriye. Reza Îsmaîl  ji gundê Dirêk yê girêdayî bajarê Selmasa Ûrmiyê ye. Hat diyarkirin ku piştî Îsmaîl bi awayekî hovane hat darvekirin cenazeyê wî ji hêla rejîmê ve hatiye definkirin. Lê hat gotin ku malbata Îsmaîl bi xizmên xwe re cenazeyê kurê xwe li cihê ku hatiye definkirin derxistiye lê hêj nehatiye definkirin û li herêmê rewşa awarte jî berdewam dike. 

ANF/MAHABAD




Ji KCK’ê bang: Darvekirinan rawestîne

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, Kongra Neteweyî ya Kurd (KNK) û KONGRA GEL darvekirina 2 girtiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê bi "tundî" şermezar kir û xwest darvekirin tavilê bê rawestandin.


Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji rejîma Îranê xwest bi PJAK'ê re dest bi diyalog û muzakereyê bike û bang li gelê Kurd û derdorên pêwendîdar kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.
Di daxuyaniya KCK'ê de wiha hat gotin: "Ti ji pirsgirêkên civakî û neteweyî bi zor û tundiyê çareser anbe. Eger înkar, asîmîlasyon, zor û tundî rêya çareseriyê bûya, dê îro pirsgirêka Kurd nebûya. Ji ber ku li ser serê gelê Kurd polîtîkayên red û înkarê, sêdar, sirgun, asîmîlasyon û komkujî kêm nebûn. Lê belê di her serdemên dîrokê de, berdêlên wê giran be jî gelê Kurd zanî li ber xwe bide, hebûna xwe li ser vê bingehê îspat kiriye û derî li rêxistinbûyîna xwe vekiriye. Êdî hêza kesî nîne ku têkoşîna azadiyê û vîna gelê Kurd bişkîne û teslîm bigire."
KCK'ê agirbesta du sal berê di navbera Îran û PJAK'ê de destpê kir bibîr xist û got, "Ji 5'ê Îlona 2011'an û vir ve di navbera PJAK û dewleta Îranê de agirbestek heye. Di nava du salan de her çend car caran herdu aliyan zor dan hevdu jî, agirbestê dewam kir. Bêguman ev yek nêzîkatiyeke rast e."
KCK'ê got, "Beriya her tiştî em dewleta Îranê, ji ber darvekirina siyasetmedarê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbata siyasetmedarê Kurd ê rêzdar Hebîbûllah Gulperîpûr ji hemû welatparêz û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."
Di daxuyaniya KCK'ê de ev bang hat kirin: "Divê dewleta Îranê bizanibe ku bi darvekirina siyasetmedar û welatparêzên Kurd re çareseriya pirsgirêkê girantir dike, hîn bêtir rê li ber nerazîbûna gelê Kurd vedike û ev yek dê bibe sedema xurtikrina têkoşînê. Ji ber vê yekê divê dewleta Îranê darvekirinan rawestîne, bi PJAK'ê re ji bo çareseriya pirsgirêkê dest bi diyalog û muzakereyê bike. Ev yek hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo gelên Îranê helwesta herî çêker e. Li dijî darvekirinan ku pêkanîna li dijî mirovahiyê ye, em bang li gelê Kurd û hemû hêzên pêwendîdar û hestiyar dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî vê bilind bikin."

KNK: Têkoşîna wan berdewam e

Konseya Rêveber a KNK’ê de barê darvekirinan de daxuyaniyek da û got: “Rejima islamî ya Iranê di îdamê da.
KNK’ê da zanîn ku rejima islamî ya Îranê ji roja damezrîna xwe were muxalifên xwe digire, îşkenceyê lê dike, dikuje, îdam dike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di têkoşîna dijî vê rejima hov ya Îranê  mixalefeta herî organîze û aktîv bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan e û wiha pê de çû: "Em wekî KNK dubare dibêjin êdî bes e! Hêz û kesên ku xwe berpirsiyar dizanin, xwe di têkoşîna dijî rejima islamî ya Iranê da pêşeng dibînin bibin yêk.  Têkoşîna Hebîbullah Gulperîpûr berdewam e, alaya di destê wî da neketiye erdê, di destê têkoşerên azadî û demokrasîyê da bilind e û herdaîm jî dê bilind bimîne heta rizgarîyê, heta serkeftina mezin, heta hetayê.”

KONGRA GEL: Têkiliya kirina bi Îslamê re tune ye

Hevserokatiya KONGRA GEL, li Îranê darvekirina du siyasetmedarên Kurd şermezar kir. KONGRA GEL hişyarî da û diyar kir ku darvekirin dê di pirsgirêka Kurd de rê li ber pêvajoya pevçûnan veke û bang li gelê Kurd kir ku li dijî darvekirinan rawest e.
KONGRA GEL di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî ya ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, em bi tundî şermezar dikin. Ev darvekirinên ku ji ber sedemên polîtîk hatine kirin, pêwendiya xwe ne bi mirovahiyê ne jî bi Îslamiyetê re nîne. Ev polîtîkayên rejîma Îranê ya di pirsgirêka Kurd de dimeşîne bi kêrî Îranê nayên, di ser de dê krîz û kaosê girantir bikin. Rejîma Îranê agirbesta du salan a bi PJAK'ê re aniye ber qedandinê û bi van darvekirinan re dê careke din rê li ber pevçûnan veke. Divê rejîma Îranê dest ji van polîtîkayê ku wê gelek tiştan pê bide windakirin, berde. Divê êdî qebûl bike ku bi darvekirinan re nikare gelê Kurd bitirsîne, nikare tine bike. Pêwîste bi çareseriya siyasî ya demokratîk bersivê bide gelê Kurd, ku ji bo azadiya xwe amade ye bi her awayî berdêlan bide."
KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê gelê Kurd li dijî vê hovîtiya rejîma Îranê nerazîbûn û hêrsa xwe bi awayê herî xurt nîşan bide û wiha hate gotin: "Pêwîste gelê me li her devera lê dimîne bi çalakiyên xwe yên demokratîk ên girseyî re, rejîma Îranê ya Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî darve kir, protesto bike. Hewceye polîtîkayên qirêj û bi xwîn ên rejîmê yên li hemberî gelê Kurd werin teşhîrkirin. Em bang li Yekitiya Ewropa û saziyên navneteweyî yên li hemberî van polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê bêdeng dimînin dikin, ku dengê xwe bilind bikin û êdî li dijî vê hovîtiya li hemberî mirovahiyê rawest in."

BEHDÎNAN/BRUKSEL