Di çarçoveya amadekariyên rêjîma Sûriyeyê ya êrişkirina Idlibê de, li gundewarê başûrê Idlibê di encama topbarana hêzên rêjîmê de teqînên mezin çêbûn. Li parêzgeha Siwêda jî rêjîmê hêzên xwe li herêmê belav dike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku teqînên dijwar li deverên başûrê gundewarê Idlibê di encama topbarana hêzên rêjîmê de pêk hatine. Topbaran li derdora bajarê Xan Şêxon pêk hat û di encamê de ziyanên madî bi mal û milkên welatiyan bûn. Derbarê ziyanên canî de agahî nehatin bidestxistin. Li sêkoşeya rojavayê Idlibê – bakurê Laziqiyê – bakurrojavayê Hemayê topbaran û êrişa bi fûzeyan ji aliyê hêzên rêjîmê ve dijwar dibe. Topavêjan gundên El-Enkawî û Qerqûr ên Deşta El-Xab a girêdayî gundewarê Hemayê armanc girtin. Hêzên rêjîmê her wiha êrişî bajaroka Bidama ya rojavayê gundewarê Cisir Şixor kir. Ji ber şerê li Siwêda dereng maye Navenda Çavdêriyê diyar kir ku hêzên rêjîmê li gundewarê başûrrojhilatê Idlibê û herêma Deşta El-Xab û gundewarê Laziqiyê zêde belav dibin. Li gorî hin çavkaniyan ev belabûna hêzên rêjîmê amadekariya çalakiyeke eskerî ya hêzên rêjîmê li sêkoşeya Deşta El-Xab – çiyayên Laziqiyê û Cisir Şixor e. Heman çavkaniyan ji Navenda Çavdêriyê re ragihandin ku ev çalakiya eskerî li herêmê ji ber şerê li Siwêda yên li dijî DAIŞ’ê dereng maye. Danûstandina wan dewam dike Li parêzgeha Siwêda jî hêzên rêjîmê seferber bûne û alîkariyeke eskerî ji herêmê re tê şandin. Her wiha danûstandina di navbera rêjîmê û nûnerên bajarê Siwêda û çeteyên DAIŞ‘ê de dewam dike da ku rehîneyên DAIŞ’ê ji Siwêda revandine bên serbestkirin. n ŞAM