Kurdê bi navê Kayhan Derwîşî li bajarê Swêdê Vasterasê Rekora Dinyayê ya Guinnessê di warê beqleweya herî mezin de şikand. Kayhan Derwîş ê hevalên wî navê Generalê Beqlewê lê kiriye, biryar da ku rekora beqleweya herî mezin bişikîne. Ya beriya niha 513 kîlo bû û li Tirkiyeyê hatibû çêkirin.

Generalê Beqleweyê karî beqleweyeke hevîrê wê 724 kîloyî giran çêke. Wî rekor li bajarê Swêdê Vasterasê şikand. General dibêje, ji bo projeyê wî 6 mehan amadekarî kiriye û piştî ku 25 sponsor peyda kirine jî 30´ê Cotmehê wî karî vê rekorê bişikîne. Kayhan Derwîşî yê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û ev 20 sal in li Swêdê dimîne, dibêje, ez bextewer im ku min karî navê miletê xwe bixim kitêba rekoran a Guinnessê

 

STOCKHOLM