Nivîskar û helbestkar Rênas Jiyan ku hema hema di her cûreyê wêje û ramanê de berhemên wî hene, vê carê bi pirtûkek ramanî ‘Ponijîn’ re derket pêşberî xwendavanên xwe. Hin nivîsên ‘Ponijîn’ berê li rojnameya Azadiya Welat û kovara Çirûskê der derçûyî, hin ji wan jî li ti cihan nehatine weşandin. Pirtûk ji sê beşan pêk tê, beşa yekemîn li ser wêjeyê ye. Duyemîn li ser felsefeyê û sêyemîn jî li ser civakê ye. Nivîsên di pirtûkê de bi giranî li ser serdestî û bindestiyê ye, têgeh û hebûna wekî azadî, desthilatdarî, derûniya bindestiyê dike mijara sereke.
Nivîskar berê jî ramana xwe û nêrîna xwe ya di biwara serdestî û bindestiyê û ekola xwe ya Çirûskîzmê de bi pirtûkên xwe yên ‘Ji Şevê re’ û ‘Çirûskîzm’ê anîbû ziman.
Em li kû û huner li kû, ma ev dibû?
Beşek ji ‘Ponijîn’ê bi vî rengî ye: “Ewilî hatin navên me guhertin, wan zimanê me ji zimanan nehesiband û ew jî guhert, kêfa wan wiha dixwest. Zimanê me li gorî wan ne tu ziman bû û pê tu jehr belav nedibû, ger mesele ziman bûya va ye yê wan, ew besî me gişan bû. Navê welatê me qedexe bû, kê ew bi lêv bikira xayin bû, zimanê wî musteheqî jêkirinê bû, lê yê welatê wan navekî gibgibe bû, kê ew bilêv bikira jê mezintir û serbilindtir mirov tune bû. Ala wan ala mêrxasan bû, rengê xwe ji xwîna laşê wan stendibû, lê ya me paçikekî dera hanê bû. Me tu carî helbestek an jî metneke wêjeyî tune bû, ma em ne ew kerî bûn ku derd û janên me ji zûrîn, ji barebar û ji qajewajan pêk hatibû, îcar em li kû û huner li kû, ma ev dibû? Ma mirov ewqasî ji ser xwe diçû? Îcar em û hebûn? Ma ji bo ku em hebûna divê wan ji me re negota “kûn”?! Wexta xwe li ser serê me mezin dikin, an dipesinin, an me bi tiştekî nahesibînin, an payetiyan dikin, an me birçî dihêlin, an jî dikujin ew van hemû tiştan ji bo me dikin. Ma ew nabêjin, em pirr ji kurdan hez dikin? Ew xêra me dixwazin û divê em ji wan bawer bikin. Gava bixwazin divê karibin ruhê me bistînin, ew mezin in pirr û pirr mezin in, biqasî “edalet”a xwe mezin in!”
AMED