BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / GERMIYAN

Rencê şêwekar û mûzîsyen, ji ber teqîna mayîneke ji şerê Iraq û Îranê mayî, ev 28 sal in ku ji herdu çavên xwe bûye. Nebûna herdû çavên wî û çend tiliyên destê wî, nekiriye ku ew xwe ilm, wêje û hûnerê bide alî. Renc, niha du pirtûkên wêjeyî nivîsandine û pirtûkek jî ji Erebî wergerandiye Kurmanciyê.

Xalid Kerîm bi nasnav Renc, ji xelkê bajarokê Pêbazî ya ser bi Germiyanê ye. Renc, ev 28 sal in ku nabîne. Lê nedîtin, nebûye bendeke mezin di jiyana wî de û eşqa wî ya ji nivîs û wêjeyê re, bileks, zêde bûye.

Renc, beriya niha bi 28 salan dema ku xwest bermahiyên şerê Iraq û Îranê ji wî bajarokê lê dijî rake, ji herdu çavên xwe dibe û her wiha beşek ji tiliyên destê xwe jî winda dike.

Mayînê kemaçe jî şêwekarî jî jê stand

Renc beriya ku çavên xwe ji dest bide, şêwekar bû û li kemançeyê jî dixist. Wekî din ew şanoger jî bû.

Tabloyên ku Rencî çêkirine, zêdetir li ser jiyan û zehmetiyên gelê Başûrê Kurdistanê ên sala 1991’ê ne. Heta niha jî çend tabloyên renc ji wê demê mane.

Renc piştî ku di encama teqîna mayînê de herdu çavên xwe û hinek endamên bedena xwe ji dest dide, êdî nikare wêneyan xêz bike û ji ber nebûna hinek tiliyên destê xwe jî êdî nikare li kemançê bixe. Lê daxwaz û azweriya wî ya ji bo zanîn û wêjeyê, zêdetir dibe.

Odeya herî dûr

Renc di odeyekê de dixebite û navê vê odeya xwe jî kiriye, “Odeya herî dûr a cihanê ya tîrêjên rojê lê nakevin.” Renc rêbazeke nivîsandinê ya li ser kompûterê ya taybet ji bo koran bi kar tîne û dikare bixwe berhemên xwe binivîse. Di vê odeyê de geh helbestvan e, geh çîroknivîs e û geh jî dibe lêkoler û wergêr. Renc ji bo nivîsandina helbest û çîrokan dibêje, “çi tişt bandorê li min bike, ji bo min dibe mijara helbestekê yan jî çîrokekê.”

Di encama mereq û eşqa Renc a ji bo wêjeyê de heta niha wî du pirtûkên wêjeyî nivisîne û pirtûkek jî ji zimanê Erebî wergerandiye Kurdî. Pirtûka wî ya destpêkê bi navê “Hore” ye. Renc ji bo vê berhema xwe dibêje, ‘Hore’ nasnameya hunerî ya neteweyî ye, lê hatiye paşguhkirin.

Çiwarîney demokrasî

Pirtûka wî ya duyemîn jî ji çîrokên civakî pêk tê. Pirtûka ku ji Erebî wergerandiye jî li ser Demokrasiyêye û navê wê jî, “Çiwarîney Demokrasî” ye. Renc li vê pirtûka Erebî bi deng guhdarî dike û werdigerîne Kurdiya Soranî. Renc li ser wergerandina vê pirtûkê dibêje, “Li gorî xwendin û lêkolînên min, min hîs kir ku li welatê me pirsgirêkên mezin ên demokrasiyê hene. Lewma, bi min lazim bû ku ez vê pirtûka li ser demokrasiyê ya bi Erebî wergerînim. Ji bo nivîsandina van pirtûkan jî min derfetên teknîkî ji xwe re peyde kirine û bi rêbazên taybet dikarim karê xwe bikim.

Renc niha hewl dide pirtûkeke helbestan jî derxe.