Nîgarkêş Gulîzar Kiliç di pêşengaha xwe ya bi navê “Koçberî tercîhek nîne” de koçberiya ji Şengalê heta Sûrê xêz kir. Kiliç diyar kir ku bi komek hevalên xwe re ji bo pêşangeheke bi navê “Ji şer re na” jî amadekariyê dikin. 
Nîgarkêş bi xelat Gulîzar Kiliç a 60 salî, koçberiyên di dîroka nêz de qewimî li ser tuala xwe xêz kirin. Kiliç  li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê pêşangeha bi navê “Koçberî tercîhek nîne” vekir, û pê koçberiya ji Şengalê heta Cizîr û Sûrê nîşan da. 

Ne hobî lê xweîfadekirin


Gulîzar Kiliç a ku beşa aboriyê li zanîngehê qedandiye, diyar kir ku beravajî karên hesaban di nava demê de berê xwe bi temamî daye hunerê û got: “Wêne xêzkirin ji bo min tenê hobiyek nîne di heman demê de terzê xwe îfadekirinê ye.”
Kiliç a li Eskîşehîrê jidayîkbûyî, got, ji lîseyê hate niha elaqeya wê ji bo wêneyan çêbûye û her çûye wê ev bi pêş xistiye. Kiliç a demeke dirêj li Meclîsa Tirk muşawîriya serokatiyê kiriye, piştî ku teqawît bûye bi temamî wêne çêkirine. Gulîzar Kiliç ji bilî pêşangehên giştî 13 pêşangehên cuda vekirine, di her pêşangehekê de jî bal kişandiye ser birînên civakî, û pirsgirêkên civakî kiriye mijara wêneyan. 



Mexdûrên koçberiyê jin û zarok in


Di pêşangeha dawî ya Kiliç a bi navê “Koçberî tercîhek nîne” de jî berhemên ku koçberiyê vedibêjin, cih digirin. Di pêşangehê de ya herî zêde balê dikişîne jî wêneyên jinan in. Di hin wêneyan de dayikên bi derguşên di hembêzên xwe de li ser riya Şengalê ne, di hinekan de jî rastiya şer tê vegotin. Dîsa di wêneyan de mijara din a balê dikişîne ser xwe jî zarok in. Zarokên ku li kolanên Sûrê dilîzin, bûne mijara wêneyan. 



Bajarê koçberiyê ye Eskîşehîr


Nîgarkêş Gulîzar Kiliç destnîşan kir ku koçberî ji destpêka dîroka mirovahiyê heta niha mijareke rojane ye, hin kes mucbûr dimînin hin kes jî ji ber şertên jiyanê tên koçberkirin. Kiliç diyar kir ku bajarê wê Eskîşehîr e, û li wir gelek koçber dijîn, ew di bin bandora vê yekê de mezin bûye ev yek ji bo wê mijareke hesas e. 



Ji şer re na, projeya wê ya nû ye 


Nîgarkêş Gulîzar Kiliç got, piştî vê pêşangehê ew ê dest bi projeyeke nû bike û bi komek hevalên xwe re amadekariya pêşangeha bi navê “Ji şer re na” dike. Kiliç diyar kir ku ew hêvidar e di siberojê de ji bûyerên rengîn û bênha mirov vedikin, îlhamê bigire û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dibe ku salên li pêşiya me ez wêneyên aştî, azadî û cejnên dilşad jî xêz bikim. Xêz nekim jî hêvîdar im nîgarkêşên ciwan wan xêz bikin.”
Pêşangeha Gulîzar Kiliç a ku di 8’ê Sibatê de deriyên xwe li dildarên hunerê vekir, dê heta 15’ê Sibatê dewam bike. 





NAVENDA NÛÇEYAN