Girtiyê ji doza PKK'ê Yaşar Aslan ev 22 sal in di girtîgehê de ye. Yaşar Aslan beriya bi çend mehan pirtûkek bi navê Rengbêj pêşkêşî xwendevanan kir. Pirtûka Çîrokan a Rengbêj ji weşanên J&J derçû û 14 çîrok di pirtûkê de cih digirin. Pirtûka Aslan Mijdara sala 2014'an li Fûara Pirtûkan a Stenbolê hat danasîn.
Pêşgotina pirtûkê ji aliyê nivîskar Medenî Ferho ve hatiye nivîsandin. Medenî Ferho bi sernavê Çîrokbêjiya Civakî û Folklorîk pirtûkê dide naskirin.

Nivîsandina li girtîgehê çawa ye?

Vê pirsa we bi sernavê; Wêje-Raman û Girtîgeh dikarim binav bikim. Wekî tê zanîn kesên mîna min, têdikoşin dixin girtîgehê. Girtîgeh jî qadek tekoşînê ye. Kesên pîvanên heyî yên wekî şûrekî li ser civakê tên hejandin napejirînin dixin/dikevin girtîgehê. Ev hewldan û xebat di girtîgehê de jî bi têkoşînin cûrbecûr berdewamin.
Girtî bi têkoşîn, xebat û çalakiya xwe azad e, azad dibe. Xwe nuh dike ava dike. Yên te girtiye dixwaze bixe, tune bike; tu dixwazî  rabî, berhemek nuh û azad biafirîne. Girtîgeh ji hêlekê qedexegeh, êşgeh, jangeh, bêrîgeh (...) e; û bi hêlekê xwe ve jî avageh, ramangeh, biryarîgeh, wêjegeh (...) e. Nav li ser e: GIRTÎGEH e. Lê raman nayê girtin. Ji sekn û rewşa xwe, ji hêla raman ve tu bêtir azad î.
Gelek hevalên ku nizanin xwendin û nivîsandinê li vir hîn dibin. Li derve rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm e. Em dişopînin rêje/daneyên pirtûkxwendinê tên dayîn; tê gotin, "li gorî welatên din mirov li erdnîgariya me kêm dixwînin û hwd." Belê li girtîgehê karê sereke xwe-perwerdekirin e. Hizirîn û pêre bîr û bawerî qewînkirin e.

Nivîskariya li girtîgehê çawa ye?

Yên dinivîsînin jî hene. Ez rêjeya gelemperî nizanim; bes, li gorî çavdêriya min: Berhemên bi kalîte ji sedî deh an pazdeh in. Belê ev yê bi kalîte ne. Yan na hema bêjin her heval, girtiyê azadiyê kêm zêde bi nivîsê/nivîskariyê têkildar e. Helbest, çîrok, gotar, pêkenok, roman û hwd dinivîsînin. Pirsgirêka sereke ev e: "em yên hundir û hûn yên derve vana çiqasî dinirxînin, pêşve dibin, çiqasî derfet jêre vedikin?"
Ji bo wêjeyê derfet û şertên girtîgehê di nava xwe de erênî û neyîniyan dihewîne; ji jiyana zindî qutbûn, ji zimanê xwezayî (gelerî) dûrbûn, weşanên nuh nedîtin (qedexeya wan ji ber şertên girtîgehan) û hwd meriv dikare weke zehmetiyan rêz bike.

Gelo xwendin û xwegihandina pirtûkan li girtgehan zehmet e?

Belkî gelek kes bibêjin, "ma çi dikin, ji dem û derfetan zêdetir çi heye?" Erê, yên dîtine dizanin ku li girtîgehê carinan dem têra mirovî nake. Ez tenê bibêjim "yên dizane, dizane..." Li girtîgehê nivîs karê duyemîn yan sêyemîn e. Bi taybetî jî li berhemên ku derdikevin meriv dinihêre ku bi zimanê dayikê nivîs/nivîskarî kêm e. Ev qêrîn, rabûn û hewldana me ya bêhempa ji bo van nirxan e, lê bi zimanê xwe na! ; bi zimanê serdestan dinivîsînin. Wekî din jî berhemên ku tên nivîsîn nirx dayîn; yan jî roj û kêlîkên ku em dijîn nivîsîn kêm e. Dîrok çêkirin, dîrok guhertin belê wê karê sereke be; lê di heman demê de peywira me çarenûsa xwe û wêjenûsa xwe nivîsîn be...

Pirtûka te ya pêşî Rengbêj e. Di encama çi de te ev pirtûk amade kir?

Rengbêj ji bo min jî lêborînname ye. Rexnedana min e. Çîroka me ye. Em rojên destanî û efsûnî dijîn lê nanivîsînin. An jî em dibêjin wê wext bê em ê binivîsînin. Her dem û kêlîkên me, hevalan, gelê me dîrokî ne. Divê ji dahatûyê re bimînin. Bêne nivîsîn...Rast e; leheng û karakterên îroyîn, wekî niha germagerm Arîn Mîrkan, yên dijîn, têdikoşin bibêjin yan nivîs lehengiya wan pêrgî nake yan jî gotin têrê nake; lê dem û dewran derbas dibin, wê dahatûya wê bibînin. Ne li gorî mezinbûn û lehengiya wan jî be her berhem wê bê nirxandin. Şengal, Kobanê dîrokî ne. Em, her mirovên ji rêzê, dikarin binivîsînin.
Ez di wê baweriyê de me, divê Rengbêjên me kesên ku di dengbêjî, destanbêjî û helbestbêjiyê de hozan û hosta ne dikarin wêjevaniyê jî bikin. Bi hêviya wan rojan!...

Di pirtûka xwe de te bi taybetî te devoka xwe yî heremî, zimanê xwe yê malê bikaraniye…

Rengbêj bang û daxwaza bikaranîna zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê; bi zarava, devok û hemû cûreyên xwe divê bê bikaranîn. Lewra ez dibînim di bin navê "zimanê neteweyî" zarava, devok û peyvên wan têne avêtin yan jî datînin hêlekê. Min "wilo" nivîsand. Divê werkîno, welî, werge, halo, wusa û hwd jî hebin. Belê ev mînakek e. Bi xebitandina devokan, gotinên hereman wê gelê me bêhtir nêzî hev bibe. Wê mirov bêhtir xwe di nivîsariya Kurdî de bibînin û wê zêdetir bi dilekî rehet xwe tê de bibînin û bixwînin.

Herî dawî ji bo Rengbêj û xwendevanan tu dixwazî çi bibêjî?

Rengbêj berhema heval, bira û xwehên min e. Bi dahfandin û zordayîna wan û bi alîkariya wan hatiye nivîsîn. Ked û hewldana wan ji ya min bêtir e. Ji bo vê yekê ez spasdarê wan im. Ji bo heval, dost û hogirên ku hiştine ev berhem bigihêje destê we gelek spas!!!
Bi hêviya berhemên azad û bi dîtin û pêrgîkirina Roj a AZAD de...


Yaşar Aslan

Sala 1973'an li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li gundê Hatxê ji dayîk bûye. Sala 1992'an dema ku li Zanîngeha Dîcle ya Amedê beşa hiqûqê dixwend tevlî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Lê piştî bi demekê tê girtin û li girtîgehên weke Amed, Trabzon, Gîresûn û Sîncanê tê ragirtin. Ev 22 sal in ku di girtîgehê de ye û niha jî li girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dîlgirtî ye.

 NAVENDA NÛÇEYAN