Li Amedê jinan 8´ê Adarê veguherand manîfestoya biryardariya xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê û peyama “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” da.

Jinên Amedê bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” çûn Meydana Stasyonê. Jinan berxwedana Leyla Guven a 122 roj in di greve de ye silav kir. Li Wanê jî mîtînga 8´ê Adarê bi coş bi rê ve çû.

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li Meydana Stasyonê mitîng li dar dixe. Mitînga bi dirûşma, “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne”, tê lidarxistin dest pê kir. Jin li Kolana Gevran a li Semta Ofîsê kom bûn û bi dirûşm, erbane, pankart û rengên xwe meşiyan Meydana Stasyonê.

Jin bi fîstanên xwe yên rengîn meş li dar xistin û pankarta “Dest nede bedena min” vekirin. Polîsan li nuqteya lêgerînê jinan rawestand û dest danî ser pankarta wan. Tevî astengiyan jî jin bi kortej û lîlandinê ketin meydanê. Ji gelek bajarên hawîrdorê jî jin ji bo mitîngê çûn Amedê.

Jinan di meşê de û li meydanê bi dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 122 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li ber xwe dide, silav kir.

Em ê azadiya jinê bigihînin serketinê

Leyla Guven peyam şand mitîngê, û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr peyama wê xwend. Guven di peyama xwe de got, “Merhaba jinên dilovan. Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cihanê û ya we pîroz dikim. Ez bawer dikim her roja nû, 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve wl bibe û mizgîniya azadiyê dide me. Em jin dê daxwazên civakê di meydanên 8’ê Adarê de bînin ziman. Her roj berxwedan mezintir dibe û têkoşîna me xurt dibe. Em ê mafê jinê yê di nava civakê de yên wek hiqûq û azadiyê bigihînin asta herî jor.”

Rengê jinê li Wanê jî veda

 

Li Wanê jî jin ji du hêlan ve bi bi cil û bergên xwe yên rengîn ên Kurdî û bi lîlandinê bi awayê girseyî ketin meydana mîtînga 8’ê Adarê.

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Musa Anter mîtîng li dar xist. Jin ji avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê û ji Avahiya Bajêr a HDP’ê ya Wanê ji du hêlan ve bi meşeke girseyî ketin meydana mîtîngê. Jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedan Leyla” gotin. n AMED / WAN