
Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ku bi ked û hewldana mezin a jinan bi awayekî aktîf faliyetan dimeşîne, rojeva welat dişopîne û bi xebatên xwe li pêş in. Ji bo Japon, Kurdan û tevgera rizgariya Kurd nas bikin, desteka wan gelek mezin e. Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ku 12 hezar kîlometre dûr e ji Kudistanê, li vê dûriyê dibe dengê Kurdistanê.
Kurdên ji ber zor û zexta siyasî û aborî pena xwe gihadnin heta bi Japonayayê jî. Îro li Japonyayê ji her çar aliyê Kurdistanê qederê 2000 Kurdî dijîn û ji van 1200-1300 kes li bajarê Kawaguchî ya eyaleta Saîtama dimînin. Bajar 10 deqîqeyan dûrî Tokyoyê ye. Pirraniya wan jî ji Pazarcixa Mereşê ne. Ha van Kurdan li sala 2012’an Komeleya Çanda Kurd ava kir.
Bi rengê xwe temsîla Kurdan dikin
Herçî jinên endam ên vê komeleyê ne, dûriyê ew ji jiyana wan a xwezayî û ji adetên wan dûr nekirine. Li malê mast, penîr û nanê xwe çêkidin, li der jî cil û bergên xwe yên gelerî li xwe dikin. Çalakiyên siyasî, şahiyên Newrozê û çalakiyên 8’ê Adarê bi wan dixemilin. Li ber van karan jî di kar û xebatên komeleyê de jî bi awayekî çalak cihê xwe digirin. Ew bi cil û berg, bi tam û çêjên Kurdan di şahî, çalakiyên giştî yan jî japonî de Kurdan temsîl dikin. Elîf Karakulak yek ji wan jinan e ku di komeleyê de çalak e û wê ji Ajansa Nûçeyan a Jinê JINHA´ re behsa karûbarên xwe yên çandî û siyasî kir.
Çalakiyên hevpar ên bi şaresariyê re
Elîf Karakulakê diyar kir ku bi hatina malbatan re hejmara jinan û nifûsa wan zêde bûye û weha dewam kir: “Bi vê re jî hewcedariya zarokan a dibistanê û gelek tiştên din zêde dibin. Her wiha ji bo ku em nasname, têkoşîn û çanda Kurd bidin jiyîn, me ev komele ava kir. Komeleya Çanda Kurd hem di statuya fermî de hem jî bi şaredarî û saziyan re faliyetên hevpar dimeşîne.”
Medbexa Kurdî
Karabulakê destnîşan kir ku faliyetên çandî û perwerdehiyê yê komeleyê li pêş in û weha behsa van xebatan dike: “Hefteyê sê rojan ji bo jinan kursa zimanê Japonî û lîstikên gelerî hene. Ciwan jî faliyeta asayîş-ewlehî û paqijiya dildar dimeşînin. Jin mehane bernameyê ‘Mutbexa Kurd’ çêdikin. Hatina wê ji zarokên Rojava re diçe. Em beşdarî panel, semîner û festîvalan dibin. Em bi şaredariyê re beşdarî civînan dibin.”
Yekane saziya ku temsîl dike
Karabulakê bi bîr xist ku komele yekane komeleya fermî ya Kurdan e li Japonyayê, di asta meqamên fermî de bûye muxateb û got, çapemeniya Japonyayê jî di ser komeleyê re xwe digihîne agahiyên rast.
Elîf Karabulakê tesîra şoreşa Rojava li ser jinên Japon kirî jî nirxand û got: “Heyranê cesareta jinên Kurd in. Bi taybetî jî berxwedana jinên Kurd ya li Rojava û Kobanê bandoreke mezin li ser wan kiriye.”
JINHA/TOKYO