ORÎVAN EBDO / DELÎLA AXÎN
JINNEWS/ŞENGAL
Kevana Zêrîn: Ji bo ku em çand û hunerê xwe biparêzin divê em bixebitin. Ji bo siberojeke aram û azad em li çand û hunerê xwe xwedî derdikevin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin li çand û hunerê xwe xwedî derkevin.
Mîhrîcana Çand û Huner, 1'ê Îlonê li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Navenda Çand û Huner a Şengalê jî wê cihê xwe di vê mihrîcanê de bigire. Endama navendê, Mîdiya Eliyas got, "Em ê jî beşdarî mîhrîcana çand û huner a Rojavayê Kurdistanê bibin. Lewma em amadekariyên xwe dikin. Kela canê me gelekî rabûye. Ji ber ku çand û huner, nasname û nirxên neteweyî ne. Divê em li nasname û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin." Her wiha Endama Kevana Zêrîn a Şengalê, Dildar Hisên jî anî ziman ku çand û huner bingeha neteweyeke azad e, û divê her kes li çand û hunerê xwe xwedî derkeve.
Çand û huner ji bo civakeke azad
Derbarê Mîhrîcana Çand û Huner a ku wê 1'ê Îlonê li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin, Endama Navenda Çand û Huner a Şengalê, Mîdiya Eliyas diyar kir ku ji bo ew li ser piyên xwe bisekinin, pêwist e ku ew li çand û hunerê xwe xwedî derkevin û got, "Çand û huner bingeha civakeke azad û serbixwe ye. Lewma em ê jî piştgiriyê bidin Mîhrîcana Çand û Huner a Rojavayê Kurdistanê." Endama Kevana Zêrîn a Şengalê, Dildar Hisên jî bi lêv kir ku ji bo siberojeke azad û aram, ew ê xwedî li çand û hunerê xwe derkevin.
Mîdiya Eliyas got, divê di destpêkê de jin ji bo parastina çand û huner bibe mînak û wiha peyivî: "Ji ber ku jin bingeha nirxên civakî û neteweyî ava dike, lewma divê di destpêkê de jin li çand û hunerê xwe xwedî derkevin. Em ê jî wekî jinên Şengalê piştgiriyê bidin mihrîcanê û bi stran, dîlan, mûzikên xwe beşdarî mihrîcanê bibin. Çand û huner bingeha civakeke azad û serbixwe ye."
'Çand û huner bingeha netewek azad e'
Endama Kevana Zêrîn a Şengalê, Dildar Hisên jî da zanîn ku çand û huner bingeha neteweyeke azad e û wiha peyivî: "Em niha amadekariyên xwe dikin. Em provayên dîlan û stranan dikin. Em ê jî bi hunerê xwe beşdarî Mihrîcana Çand û Huner a Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji bo ku em çand û hunerê xwe biparêzin divê em bixebitin. Ji bo siberojeke aram û azad em li çand û hunerê xwe xwedî derdikevin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin li çand û hunerê xwe xwedî derkevin."
ŞENGAL