
Şengal bû birînek ku her diare; yek ji dermanên wê xurtkirina siyasî û civakî ye. Lê helbet huner em ji bo îfadekirina birînê û hem ji bo bibîranînê, awayekî esketîk ê dermankirinê ye jî. Şêwekar a ciwan a Êzîdî, Narîn Smaîl a li Kanadayê dimîne jî yek ji wan hunermendan e ku biryar daye civaka Êzîdî bi tevahiya rengên xwe û birînên xwe, di hunerê xwe de bide der. Navê vî wêneyê wê “Dayikên Êzîdî” ye. Ev wêneyê wê bi xwe bi rengên akrîlîk li ser tuwalê hatiye xêzkirin.
TORONTO