Di vê çarçoveyê de wêneyên ku Medico Înternationalê li Kobanê girtine hatin pêşandan û ev pêşangeh wê heta 23´ê Îlonê vekiribe. Navê pêşangehê “Back to Rojava (Vegera li Rojava)” ye. Hêjayî gotinê ye ku projeya Medico Internationalê ya Nexweşxane û Bankeya Xwînê li Kobanê hebûn û di dema êrişa DAIŞ´ê de ev hatibûn rûxandin û piştî bi tevahî rizgarkirina kantonê, xebatkarên saziyê ji nû ve çûn KObanê û wêneyên pêşangehê girtin ku texrîbkirina bajêr raçav dikin.

Heman êvarê bi navê “Utopyaya bi dawî nebûyî: Rojava?” “Civata Siyasî” hat gerandin û Dr. Lokman Turgut li vir li ser Şoreşa Rojava gotarek pêşkêş kir. Qederê 200 beşdarên vê civata siyasî nexasim jî li ser mijara “xwerêveberiya” welatiyan bi xwe pirs kirin, lewma li Wuppertalê mijareke aktuel e ku welatî bêhtir tevlî nav pêvajoyên siyasî bibin û vê meraqê jî xwe pirsên li ser rêveçûna Meclîsên Gel da der.

Di çarçoveya heman mijarê de 23´ê Îlonê wê li avahiya pêşangehê yaBergische VHS´ê siyasetzan Îsmaîl Kupeli bi navê “Şerê ji bo Kobanê gotarekê pêşkêş bike û Mehmet Akbaş jî wê konserê bide.

Heman şevê li CaféADA ji bo piştgiriya projeyên Medico Internationalê yên li Rojava, wêneyên pêşangehê bi mezatê werin firotin. 


WUPPERTAL