ROJDA AYDIN / JINNEWS / AMED   Rengîn Kardelen a ku ji ber zext û zordariyan neçar ma ku welatê xwe biterikîne, behsa têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir. Rengîn Kardelenê got: “Dema ku ez li Amedê hatim dinyayê, malbata min bi min re bi Tirkî diaxivî. Ji ber vê min bi Kurdî nizanîbû. Piştî ku min di çapemeniyê de cihê xwe girt min ji xwe re got, ez ê Kurdiya xwe bi pêş bixim û pirtûkeke bi Kurdî binivîsim. Soza ku min dabû xwe min bi cih anî.” Rengîn Kardelen a li Licê hatiye dinê û li Sûrê mezin bûye, bi rojnameya Gundemê li Batmanê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Demeke dirêj ji bo kovara heftane ya Gerçek nivîsiye. Ji bo kovara Evrensel Kultur û kovara çand û hûner a Tavirê jî nivîsiye. Piştre di salên 1993-1994’an de çûye Stenbolê û di rojnameyên Ronahî û Hêvî de dest bi xebatê kiriye. Sala 1994’an ji ber rojnamevaniyê li Amedê hat binçavkirin û rastî êşkenceyê hat. Ji ber gefa cezayê sed salî ku dozgeran dixwest lê bê birrîn û ji ber ku tendûristiya wê nebaş bû, koçber bû û ev 20 sal in li Belçîkayê dimîne.   Xaşxaş pirtûka wê ya yekemîn e Rengîn Kardelenê got, piştî ku fêrî zimanê Kurdî bûye, wê dest bi nivîsandina pirtûkekê Kurdî kiriye û wiha peyivî: “Pirtûka min a bi navê Xaşxaş pirtûka yekemîn e. Di Adara 2017’an de li Weşanxaneya Sîtavê ya li Wanê hat çapkirin. Mijara pirtûka min li ser berxwedana Sûr, Cizîr, Nisebînê ye.” Rêngîn Kardelenê behsa berxwedana Kobanê kir û got:” Berxwedana li Kobanê, kir ku pênûsa min xurtir bibe. Di berxwedana Kobanê de pêşengiya jinan hêz da pênûsa min.”   Du pirtûkên din dane ber xwe  Rengîn Kardelenê got, pirtûka wê ne helbest e û ne jî çîrok e, lê belê hem tama çîrokê û hem ya helbestê dihewîne û wiha peyivî: “Ez ê bi Kurdî nivîsandina pirtûkan dewam bikim. Niha ez amadekariya du pirtûkên nû dikim. Ji van yek çîrok e û yek jî roman e.” Rengîn Kardelenê herî dawî anî ziman ku berga pirtûka xwe bi destê xwe çêkiriye.