Girê Spî ku wekî rawestgeheke Hz. Îbrahîm jî tê zanîn, li hemberî hemû êriş û komkujiyan dest ji kevneşopiya xwe berneda û li ser hîmê reng û dengan sîstema jiyanek nû ava dike.

Li bajarê Girê Spî (Til Ebyad) ku di 15 Hezîrana 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, di 21’ê Cotmeha 2015’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a girêdayî Kantona Kobanê hate îlankirin. Di vê rêveberiyê de hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen cihê xwe digirin. Lê bajar heta ku gihîştiye vê astê rêyek gelekî tevlîhev û bi kelem li pey xwe hiştiye. Bi armanca naskirina vê rêya hanê me jî di nava dîrokê de rêwitiyek kurt kir.


Erdnîgariya Girê Spî

Herêma Girê Spî di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê de cîh digire. Ferehiya herêmê nêzî 10500 km2 ye. Bajarokên Siluk û Eyîn Îsa û derdora 500 gundan girêdayî wê ne. Li rojhilatê wê bajarê Serêkaniyê ku nêzî 100 km dûr e, li rojava Kantona Kobanê ku derdora 60 km dûr e, li bakûr navçeya Kaniya Xezalan a bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê û li başûrê wê jî parêzgeha Reqayê ku 100 km dûr e heye. Li gorî sîstema rejîm Baas Girê Spî girêdayî parêzgeha Reqayê bû.


Navê bajar

Hem bi zimanê Erebî, hem jî Kurdî navê bajar Girê Spî (Til Ebyad) e, lê derdarê nav de hin derdor û çavkanî tiştên din jî dibêjin. Li gorî rûspî û dîroknasan bajar navê xwe yê niha, ango navê Girê Spî ji girekî ku li aliyê rojhilat li daketina bajar e  girtiye. Ev gir ji axa kilsê pêk tê û rengê wê spî ye, lewre jî ev nav daye bajar. Li gorî hinek çavkaniyan jî beriya niha navê “Girê Bozan” jî hatiye bikaranîn. Her wiha navê “Kaniya Xezalan” jî tê gotin, lê ev nav zêdetirîn ji bo gundê Eyn Erus hatiye bikaranîn. 

Heta beriya şerê cîhanê yê yekemîn herêm Girê Spî û navçeya Akçakale (Kaniya Xezalan) a Rihayê wekî herêmekê dihatin zanîn, lewma ji bo herdu herêman jî navê Kaniya Xezalan hatiye bikaranîn. Ji ber ku li Eyn Erus di dema xwe de gelek xezal hebûne û ava wê jî zêde bû, ev nav hatiye bikaranîn.


Dîrokeke kevnar

Her çiqasî heta niha li herêmê lêkolînên dîrokî nehatibin kirin jî, ji berhemên kêm ên mane û vegotinên xelkê herêmê diyar dibe ku ev der wargehek kevnare ya mirovahiyê ye. Li piraniya herêmê girên li dora gundan balê dikişînin. Li hin gundên Girê Spî yên weke Serîr El Belîx, Ebu Xirize û Hemam El Tirkmen li ser van giran jî gelek berhemên dîrokî hatine dîtin. Li gorî hin çavkaniyan dîroka gundê Hemam El Tirkimen vedigere 5000 beriya zayînê. Tê gotin ku wê demê gund bi navê “Bajarê Zelba” dihat zanîn.

Her wiha li gundê Eyn Erus ku 2 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, pîrozgehek heye û tê gotin ku Hezretî Îbrahîm dema ji ber zulma Nemrud ji Rihayê derketiye, di vir re derbas bûye. Lewre şêniyên herêmê ev der wekî ziyaretgehekê didît û ji gelek cihan welatî dihatin serdanê.

Di herikîna dîrokê de herêm di bin serweriya Asur, Med, Merwanî, Emewî, Ebasî, Roma, Bîzans, Osmaniyan de maye. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn jî herêm demekê di bin serweriya Firansa de maye. Dema li herêma Welatê Şamê (Bîlad El-Şam) dewletek bi navê Suriyeyê ya Ereban hate avakirin Girê Spî jî di nava sînorên wê de ma.


Ermeniyan bajarê nû ava kir 

Dema ku di şerê cîhanê yê yekemîn de gelê Ermen di sala 1915’an di komkujiyê re hate derbaskirin, beşek ji welatiyên Ermen ên ji vê komkujiyê filitîne, hatin herêma Girê Spî. Nêzî 100 malbatên ku ji bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê hatibûn, li gundê Eyn Erus û derdora Girê Spî bicîh bûn. Li gorî rusipiyên herêmê wê demê li dora Girê Spî bajarek tunebûye û van malbatan dest bi çêkirina mal û dikanan kirine. Ji ber ku gelê Ermen piranî bi karên zinaetê re mijul dibe, li vir kargehên xwe vekirine û di nava demê de ev wargeh mezin bû û bûye bajarek. Ango li gorî hinek çavkaniyan bajarê nû ku bi navê Girê Spî tê zanîn, ji aliyê Ermenan ve hatiye avakirin. Malbatên Ermen her wiha li Eyn Erus jî aşek ava kirin. Lewre jî pêkhateya Ermen niha tenê li navenda bajar û gundê Eyn Erus jiyan dikin.


Nifûs û pêkhateyên herêmê

Li gorî hejmartina mirovan a sala 2010`an ku ji aliyê rejîma Baas ve hatiye çêkirin, hejmara gelê li Girê Spî 225 hezar kes e. Ji vê hejmarê sedî 60 Ereb, sedî 35 Kurd, sedî 5 jî Tirkimen û Ermen in. Tirkmen li çar gundên li rojhilatê bajar jiyan dikin. Ereb û Kurd jî li navenda bajar û gundên din jiyan dikin.

Piraniya gundên Kurdan li rojavayê bajar in. Li van deran zêdetirîn Kurdên ji eşîra Milî ku di sala 1713`an de li ser feremana Osmaniyan sirgûnî herêma Reqa hatibûn kirin û eşîra Berazî ku yek ji xwecihên herêmê yên kev in, jiyan dikin. Pêkateya Ereb jî piranî endamên eşîrên Cîs, Bo Esaf û Şemer in.


Aboriya Girê Spî

Çavkaniya sereke a aboriya Girê Spî çandinî û xwedîkirina pez e. Piraniya erdên çandiyê avî ne û bi ava çemê Celab ê li rojhilatê bajêr, kaniya Eyn Erus û bîran tên avdan. Li herêmê herî zêde genim, ceh û pembo tê çandin. Li gorî endamê Komîteya Çandiniyê ya Girê Spî Mihemd Elî, beriya pêvajoya şoreşê rêjeya hilberîna salane ya genim û ceh digihîşt 300,000 ton, ya pembo jî nêzî 120.000 tonî. Li tevahiya herêmê derdora 100,000 pez û 10,000 jî çêlek dihatin xwedîkirin. Bi vî awayekî herêm di warê aborî de têrî xwe dikir.


Bawerî û kevneşopî bi hevre ne 

Her çiqasî ev herêm di bin bin zul û komkujiya gelek desthilatdariyan de derbas bibe û polîtîkayên cudaxwaziyê hatine meşandin jî, pêkhateyên li vê erdnîgariyê, her tim bawerî û kevneşopiyên xwe parastine. Her wiha di navbera wan de dijminahiyek mezin çênebûye û bi hev re jiyan kirine. Gelê Ermen hîn jî pêdiviyên ola xwe ya Xiristiyaniyê, gelê Kurd, Tirkmen û Ereb jî pêdiviyên Mislimantiyê bicîh tînin.


NESRÎN EBDÎ/ANHA/GIRÊ SPÎ