Şervanên QSD’ê piştî şerê 4 rojan, doh taxa El-Beyatra (Betanî) bi temamî ji çeteyên DAIŞ´ê paqij kir.

Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 14’an de dewam dike.

Li rojhilatê bajêr, li taxa El-Beyatra (Betanî) pêr bi şev heta sibehê şerê giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de rûda. Di encama şer de ber destê sibehê şervanan tax bi temamî ji çeteyan rizgar kir.

Şervanan li taxa rizgar kirî xebata lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan da destpêkirin.

Li rojavayê bajêr jî li taxên El Berîd, Hitîn û El-Qadîsiyê ji şevê din heta van kêliyan di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de şer dewam dike. Tevî şerê giran şervan li van taxan pêşdeçûna xwe didomînin.

Depoyeke madeyên teqemeniyê hat dîtin

Şervanên QSD`ê  li taxa Sebahiyê ya li rojava yê bajarê Reqayê, depoyeke madeyên teqemeniyê, dîtin. Di depoyê de madeyên teqemeniyê yên wekî mayîn û madeya TNT hebûn.

Şervanên QSD`ê taxa Sebahiyê ku yek ji mezintirîn taxên Reqqayê, 9`ê Hizêranê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiribû. 

Rojnamevanek birîndar bû

Li aliyê din rojnamevan Jîn Evîndar di dema şopandina operasyona rizgarkirina Reqayê de birîndar bû. Endama ragihandina YPG'ê Jîn Evîndar, dema ku operasyona şervanên QSD'ê li taxa Qedisiyê dişopand birîndar bû.

Hat zanîn ku Jîn Evîndar bi bombeya ku ji balafira keşfê ya çeteyên DAIŞ'ê hatiye avêtin birîndar bûye û birîna wê sivik e. Şervanên QSD'ê xebatkara ragihandina YPG'ê Jîn Evîndar ji cihê bûyerê rakirin û ji bo dermankirinê şandin nexweşxaneya Kobanê. 


 REQA