Bipêşveçûna hêzên QSD´ê di nava bajarê Reqayê de her dewam dike. Li taxa El-Nehda ya li rojavayê bajêr, di şerê navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de 19 çete hatin kuştin. Li Qadisiyê jî cebilxaneya çeteyan hat desteserkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 23´yan de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li nava taxên bajêr her bi pêş ve diçin.
Şervanên QSD’ê xwe gihandin navenda taxa El-Nehda ya li rojavayê Reqayê. Li vê taxê, di şer de heta niha 19 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û termên 7´an ji wan li herêma di kontrola şervanan de mane. 3 kalaşnîkov û êlekên çeteyan jî ketin destê şervanan. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, şerê li vê taxê dewam dikir.
Cebilxaneya çeteyan hat desteserkirin
Li taxa Qadisiyê ya li rojavayê Reqayê, miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan, ketin destê şervanên QSD′ê. Şervanên QSD′ê xebatên paqijkirina taxên rizgarkirî yên rojavayê Reqayê, ji bermahiyên çeteyên DAIŞ′ê didomînin. Di encama vê xebatê de li depoyeke çeteyan a li taxa Qadisiyê miqdarek cebilxane “Topên hawan, topavêjên Obus, mûşekên Katûşa û hwd″ ketin destê şervanan.
Şervanan taxa Qadisiyê 25′ê Hezîranê rizgar kiribû.
ANHA / REQA