
Di vê demê de ku rizgarkirina Reqayê li ser hemanekê ye, hevalê me Azîz Ogur hevpeyvînek bi ji fermandarên QSD´ê Rojda Felat re kir. Felat di hevpeyvînê de behsa mijarên elaqedarî aliyên hemleya ji bo rizgarkirina Reqayê, têkiliyên bi Koalîsyona Navneteweyî re û ambargoya rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir. Em ji vê hevpeyvînê beşên girîng û bal kêş ji bo xwînerên Kurmanciyê li jêr dineqînin û diweşînin.
Di hevpeyvînê de Felat bi bîr xist ku hemleya wan weke 4 qonax hatibû diyarkirin û her sê qonaxên destpêkê li gorî planên wan bi rê ve çûne û qonaxa 4´an ku ew jî rigarkirina navenda bajêr e û ya herî berfireh e, hîna dewam dike û wiha bersiv da pirsa DAIŞ bergirî û êrîşeke çawa bi pêş dixe: “DAIŞ bi taktîkên me bi wan dizanî û em li bendê bûn derket pêşberî me; maşînên bombebarkirî, êrîşên ferdî yên întîharî, çalakiyên bi komên pişûk û tacîz. Lê di hemleya ji bo Tebqa de û her ku di nava bajêr de bi pêş ketin du pirsgirêkan zor li me kir; yek jê dronên bombe barkirî bûn û ya din jî sîstema tunelan bû. Ji bilî sîstema xwe ya tûnelan, wan şebekeyên avê û kanalîzasyonê jî bi kar dianîn. Mesela avahiyeke 7-8 qatî bi erdê re bûye yek, lê ew ji nav xirbeyan dikarin derkevin, jixwe jêrzemîn û sîstema binesaziya van avahiyan heye. Ji jêr zemîn û sîstemên binezasiyên van avahiyan îstîfade kirin û para bêhtir ji pişt ve êrîşên suîkastê kirin.”
DAIŞ di % 25´ê de tengav e
Rojda Felat da zanîn ku van zehmetiyan û mayinkirinê hinekî zehmetî ji wan re derxistine, lê nekaqrîne pêşiyê li hemleyê bigirin û bi tedbîran ji heqî van zehmetiyan derketine, û şêwazên alternatîf ên tevgerê dîtine. Fermandar Rojda Felat li ser rewşa eskerî ya li Reqayê jî dibêje, “Hêzên me yên li bereyên Rojava û Rojhilat di pozîsyona parastin û kontrolkirina meydanê de ne. Li navenda Reqaya kevin, li taxên El Sekken, El Mirûr, Dereiyê heta bi deverên nêzî taxa El Berît hêzên me di rewşa parastinê de ne. Çete Nexweşxaneya Dewletê ya Reqayê weke navendeke girîng bi kar tînin, me dor li wê girtiye. Hêzeke wan a zêde li wir heye, wan her wiha sivîl jî li wir asê kirine. Ew der yek ji biryargehên wan ên sereke ye. Li navenda bajêr li cihekî bilind hatiye çêkirin û hakimî deverê ye. Ji ber vê yekê xebateke taybet a ji bo wir hat birêvebirin.
Dema ku em devera ku hêzên me beriya bi 4 rojan li bereya bakur bi dest xistî jî lê zêde bikin, hingî di destê DAIŞ´ê de kêmtir ji sedî 25´ê navenda bajêr maye.
Tê zanîn sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin. Em rewşa sivîlan li ber çavan digirin û ji bo ku herî kêm ziyan li me bibe, em hesas tevdigerin. Dîsa jî rizgarkirina bajêr wê ji du mehan nebihure.”
Rojda Felat dide zanîn ku DAIŞ ji hev de dikeve û wiha dewam dike: “Pratîka vê piştrast jî dike hejmara DAIŞ´iyên teslkîm dibin e. Ji yên teslîm dibin %5 biyanî ne, %95 Ereb in. Li hemû bereyan teslîm dibin.
Ez bi xwe jî bi 5 kesên teslîm bûyî re peyivîm. Ji bo ku şer bikin hatine wezîfedarkirin, lê wan mewziyên xwe berdane xwe li cihekî veşartiye. Piştî ku dor li deverê hatiye girtin teslîmî hêzên me bûne. Hin kom jî hene ku li bendê ne hevalên me herin wan ji mewziyan teslîm bigirin.”
Piştî rizgarkirinê rêveberî
Rojda Felat dide zanîn ku ji bo Reqa bibe bajarekî têra xwe dike û xelkê wê bi rê ve bibe, xebatên wan dimeşin û wiha dirêjiyê dide gotinên xwe: “Hevalên me hene ku xebatan dikin di warê Meclîsa Gel a Reqa, Meclîsa Eskerî ya Reqa, li meydanên civakî, aborî û perwerdeyê, ji hêza bergiriyê heta bi hêza asayîşa nava bajêr. Ji bo me esas e ku ev kes ji xelkê Reqayê bin. Ne muhîm e Kurd e, yan Ereb e, yan Suryanî, ya muhîm ew e ku ji Reqayê be. Di serî de ya esas ji bo me ew e ku hêza parastina rewa bi temamî ji Reqayiyan pêk bê. Jixwe hêza herî muhim a hemleyê jî ji ciwanên Reqayî pêk tê. Ji bilî Reqayiyên li bereya pêş di bin alaya QSD´ê de şer dikin, perwerdeya Erka Xweparastinê, ya hêza asayîşê, ya hêzên eskerî dewam dike, ango di nava şer de jî ev dewam dike.”
Koalîsyona navneteweyî diparêze
Li ser bibîrxistina birêvebirina du hemleyên girîng ên weke Reqa û Dêra Zorê di heman demê de jî, Fermandar Rojda Felat dibêje, “Ev yek nîşan dide ku QSD mezin bûye, hêzdar bûye û çawaniya wê bi pêş ketiye. Mirov dikare vê weke xwedanader a zêdebûna baweriya me bi me, binirxîne.”
Li ser pirsa têkiliyên bi Koalîsyona navneteweyî re jî Felat dibêje, “Alîkarî û têkilîdanîna ku di dema berxwenda Kobanê de dest pê kir, heta niha bêyî pirsgirêkeke ku bibe asteng li ber têkoşînê, dewam dike heta niha. Hin minaqeşeyên me li ser babetên siyasî çêbûn. Me propagandaya ku digot, piştî ku hemle bi ser ketin, ew ê van deveran bi serê xwe û ji qederê re bihêlin, bi bîra wan xist. Hem di daxuyaniya dayî û hem jî di mekanîzmaya li cihê cih pêkanî, ti pirsgirêk nîne. Di alîkariyên ji gel re û ji hêzên eskerî re bê pirsgirêk dewam dikin. Em hîs dikin ku hin bazar li ser deverên me rizgarkirî û rejîmê bi desteka Rûsya rizgarkirî de hene, hin tifaq hene. Lê belê li cihê cih deverên me rizgarkirî li dijî dewleta Tirk, rejîm û heta Rûsyayê diparêzin. Em dikarin behsa tifaq û minaqeşeyeke li ser vê astê bikin. Ka ev tifaq çiqasî stratejîk e û wê ber bi ku ve biçe, dem û zeman wê vê nîşanî me bide.”
Ambargo rabe wê qenciyeke mezin li gel bibe
Dema ku têkiliyên bi Başûrê Kurdistanê re bi bîra wê tên xistin, ji fermandarên QSD´ê Rojda Felat dibêje, “Hema bi tenê ku ambargo rabûya, angoderiyê sînor vekirî bûna, wê vê yekê gelek tesîrên baş li vir bikira. Em pêdiviyên xelkê yên zerûrî, alîkariyên tên, pêdiviyên şoreşê li aliyekî deynin û bi tenê li aliyê çapemenî û medyayê jî binihêrin, hûn ê fêm bikin ka ez dixwazim çi bibêjim. Rojnamevanên ji wî serî dinyayê tên, tên astengkirin û wan berepaş vedigerînin. Ango hewl didin bi vî rengî da ku şoreş neyê naskirin, deng û reng venede, da ku pêşiyê li hevgirtina gelan bi Rojava re bigirin. Ev kirin siyaseteke taybet e. Ji ber hevkarî û şirîktiya bi delweta Tirk û Erdogan re vê dikin. Hewl didin şoreşê di hundir de bifetisînin. Helbet dema ku hêzeke din a Kurd, rêveberiyeke Kurd van hemûyan dike, ev yek me bêhtir xemgîn dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji sedî 80 hat paqijkirin
Ji fermandarên QSD´ê Rojda Felat pêr bi hevalê me Ezîz re peyivî bû ku em îro diweşînin; piştî vê hevpeyvînê Fermandariya Giştî ya QSD´ê daxuyanî da û got, di nava 5 rojên dawiyê de li bakurê Reqayê taxên Tişrîn, Rimêla, Rewda û cihê Tugaya 17. hatine rizgarkirin; QSD´ê bi vî awayî da zanîn ku ji sedî 80´yê bajêr ji çeteyên DAIŞ´ê hatiye paqijkirin.
Bagera Cizîrê berê xwe da sînor
Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla got, hêzên wan li devera Siwêr li ser sînorê Iraqê bi pêş ve diçin. Ebû Xewla da zanîn ku wan Operasyona Rizgarkirina Herêma Siwêrê daye destpêkirin û wiha dewam kir: “Herêma Siwêr li ser sînorê Iraq û Sûriyê ye. Qederê 50 kîlometreyî dûrî Dêra Zorê ye. Li vê herêmê gelek gundên DAIŞ´ê ew dagirkirî hene. Wekî din ji xwe di navbara herêmên Cizîr û Dêra Zorê de ye. Armanca me ew e ku di nava çend rojan de em vê derêmê rizgar bikin.”
Şervan ji pêr bi şev ve li rojhilatê Herêma Pîşesaziyê ya Dêra Zorê 5 kîlometreyan bi pêş ketin û 15 gundik rizgar kirin.