Li bereyên başûr û rojhilatê Reqayê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar diqewime û di encamê de heta niha 18 çete hatine kuştin. Li aliyê din şervanên QSD`ê di operasyona lêgerînê ya li taxên Meşleb û Sînaa yên li aliyê rojhilat ê Reqayê de, gelek cenazeyên çeteyan tevlî cebilxaneyên wan û alavên leşkerî, dîtin.

Li taxa Hîşam Ebdulmelek a li başûrê Reqayê û li Reqaya kevin a li rojhilatê Reqayê ji pêr bi şev heta kêliya amadekirina nûçeya me di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar diqewimî. Di encama şer de heta doh 18 çete hatin kuştin û hejmara çeteyên ku di şer de birîndar bûn bi xwe bi zelalî nehat zanîn.

Şervan ji aliyê rojhilatê Reqayê ve bi pêş ve çûn û dest bi operasyona paqijkirina mayînan kirine.


Operasyona paqijkirina bajêr ji bermahiyan

Operasyonên paqijkirinê yên şervanên QSD`ê li taxên rizgarkirî yên Reqayê, dewam dikin. Nûçegihana ANHA Nesrîn Ebdî li taxên Meşleb û Sînaa di dema van operasyonan de amade bû. Wê ragihand ku li taxa Meşleb di lêgerîna şervanan de, cenazeyên çeteyan tevî cebilxaneyên wan, çekeke doçka, parçeyên hawanekê û sê tunel, hatin dîtin.

Şervanê QSD`ê, Şervan Qendîl ku cihê xwe di operasyona paqijkirinê de girtibû, anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê tunel ji bo çûnûhatina di nava taxan de û hewldana vegera li taxên rizgarkirî, bi kar dianîn.

Her wiha li taxa Sînaa jî, şervanên QSD`ê cihên çêkirina maşîneyên zirxî, maşîneyeke ji cûreya Hummer û hin maşînên din ên rûxandî li qadeke taxê, dîtin. Têkildarî mijarê, şervana YPJ`ê Rêvan Çinar diyar kir ku bi rizgarkirina vê qadê re derbeke mezin li çeteyan hatiye xistin û got, çeteyan maşînên zirxî di êrîşên xwe de bi kar dianîn. 


 ANHA / REQA