EMAR EL-XELEF / ANHA / REQA
Li bajarê Reqayê sûk ji nû ve geş dibin û tevgereke zêde ya kirrîn û firotinê çêbûye û li van sûkan tevahiya berhemên çandinî, pîşesazî peyde dibin û têrbûneke navxweyî li wan sûkan heye.
Dezgehdar Ehmed El-Elî dibêje, “Ez sebze û fêkiyan li sûka kesk difiroşim û di hundirê bajêr de tevahî berhemên xwarinê hene.
Welatiya bi navê Şadî El-Kesar jî dibêje, “Sûka Reqayê yek ji sûkên bazirganiyê ye ku pêwîst nake, sebze ji deverên din bênê.”