Hefteya borî du buyerên mezin qewimîn û ev buyer ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê jî bûn rojeva sereke. Yek ji van buyeran rizgarkirina Reqa, ya din jî teslîmkirina Kerkûk û der û berê wê…
Rizgarkirina Reqa û teslîmkirina axa Başurê Kurdistanê wê bandorek mezin li rewşa siyasî û leşkerî ya li herêma Rojhilata Navîn û Kurdistanê bikin.
Em pêşî berê xwe bidin Reqayê;
Piştî berxwedana 134 rojan, bajarê ku bûbû navenda hovîtiya DAÎŞ’ê hat paqijkirin. Di vê têkoşînê de 655 şervan şehîd bûn. Bi vê serkeftinê tahlûke û xeteriya li ser Rojava û Bakurê Sûrî hat têk birin, dijminê herî mezin ê gelên bakurê Surî ji aliyê ruhî ve hat tinekirin.
Serkeftina Reqa ne tenê serkeftinek leşkeri û siyasî ye. Serkeftina Reqa serkeftinek îdeolojîk e, ji xwe roja ku YPJ li navenda Reqa daxuyanî da, ev yek carek din hat fam kirin. Navenda Reqa bi alên tevgera jina azad û wêneyên Ocalan hat xemilandin. Vê yekê nişanda ku li Rojhilata navîn xeta azadiyê li hemberî xeta hovîtiyê bi ser dikeve û êdî kes nikare pêşî lê bigire.
Serkeftina li Reqa, ji bo tevahiya Sûrî rûpelek nû ye. Êdî li Sûrî wê çareseriya siyasî were nîqaş kirin. Mixabin li hin deveran wê şer jî dewam bike. Lê belê pêvajoya siyasî destpêdike. Yên ku li ser erdê bi serdikevin, xwe diparêzin, xwe rêxistin dikin wê di platformên siyasî de jî bi hêz bin û karibin encamên girîng bi dest bixin. Ji bo vê yekê jî lazime xebat û rêxistinbuyin ji her demê zêdetir werin xurtkirin. Pêvajo, xeletî û kêmasiyan qebul nake. Di vê demê de xeletî û avêtina gavên şaş mirin e!
Nimûneya vê yekê ya dawî jî Kerkûk e! Reqa bi berxwedanê serket. Beriya Reqayê seranserê Rojava, Kobanê, Minbic û bi sedan gund, bajar û bajarok hatin rizgarkirin.
Lê mixabin Kerkûkê nîşan da ku berxwedan nebe ti tiştek nabe. Her wiha Kerkûkê nîşan da ku pêwiste Kurd bi hêza xwe bawer bin, têkiliya xwe bi hemû hêzan re hebin, lê pişta xwe nesin ti hêzekî. Rêveberiya Hewlêrê niha dike qêrîn û hawar, dibêje bila filan hêz me xilas bike. Ê hun çi dikin? Bi hezaran pêşmerge li benda fermana berxwedanê ne, gelo çima hun tenê fermanan revê didin?
Çima?
Ji ber ku armanc ne parastina welat, azadkirina welat û jiyana azad e. Hebe nebe berjewendiyên partî, komî û malbatî. Vê yekê rê li ber têkbirina destkeftiyên Başurê Kurdistanê vekir.
Ev buyer li ber çavên hemû Kurdan û cîhanê qewimîn. Naxwazim dîsa behsa referandumê bikim lê pêvajoya referandumê bi yek gotinê bû pêvajoya xiyanetê. Yên ku bêyî hesabên hur û kur bikin, bêyî ku serê xwe biêşînin, bêyî ku guh bidin derdorê û bi analîzên puç gotin, ‘bila dewleta me hebe, ji bo wê referandum’, mixabin bûn şirîkê firotina welat.
Dawiya dawî tiştek wisa kirin ku li hemberî Bexda dest û lingên xwe girêdan. Ica niha jî banga diyalogê dikin lê Bexda, bi alîkariya Enqere û Tehranê guh nade vê bangê û teslîmîyetê ferz dike. Ji ber vê yekê niha tevahiya Başur di bin xeteriyê de ye.
Lê belê Başur ne tenê Başur e. Buyerên li Başur tesîr li tevahiya Kurdistanê dike. Ev buye mesela hemu Kurdan. Ji bo vê yekê jî Kurd bi qasî ku li dijî dagirkeriya Bexda derdikevin lazime ewqas jî li dijî xiyaneta rêveberiya Hewlêrê derkevin. Ne wisa be ti pêşketinek nabe. Kurd dikarin vê yekê bikin firsend, hêzên ku dîroka xwe li ser xiyanetê dizayn kirine bikin bin lingê xwe, bi hêzên nû yên siyasî û leşkeri welatê xwe biparêzin. Bi hêz û komên xaîn Kurd nikarin êdî gavekê jî bavêjin.
Bi kurt û kurmancî; berxwedan, ked û rêxistinbuyin derî li serkeftinên weke Reqa vedike, axatî, xiyanet, berjewendperestî, rev, bêkedî jî derî li teslîm kirina Kerkûk a delal û deverên din ên axa Kurdistanê vedike.