Rojavayê Kurdistanê êdî ji çarçoveya tecrubeyeke herêmî ya bi rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ve girêdayî, derdikeve û dewrî mînakeke berxwedan û azadiyê ya tevahiya cîhanê dibe. Mînakek ku jiyanek hevbeş, parastina mafên jinê û têkbirina terora DAIŞ‘ê diyar dike. Rojava êdî bûye çîrûska hêviyê. Bûye navenda şaristaniyeke bi rêk û pêk. Şaristaniyeke ku medenîtiya kevin ya herêma Rojhilat vedijîne û careke din dadixe ser şanoya dîroka mirovatiyê .
Li ser bingeha nirx û zagonên destpêkê yên Mezopotamiyayê êdî Rojava hîmên xwe datîne. Li ser şopa parastin û pêşveçûnên xweza, jin, ol û Bawerîyê, Rojava xwe bi gewde dike. Bi ramanên Abdullah Ocalan yên Neteweya Demokratîk û Biratiya Gelan, ev herêma ku niha Rojava/Fedraliya Bakurê Sûriyeye jê re tê gotin, geş, berfireh û xurt dibe. Ev herema ku niha jiyan û rûmeta bi milyonan mirov diparêze.
Hêzên QSD’ê dikarîbûn heta niha bi dehan bajar û bajarokan ji destê DAIŞ‘ê rizgarbikin. Li hemû herêmên rizgarkirî meclisên gel ên sivîl hatin avakirin. Pêkhateyên her herêmekê bi derfetên xwe yên şexsî kar û barên herêma xwe bi rê ve birin. Ji bo van pêkhateyan, hebûna QSD û Rojava bûye tiştekî çarenûsaz. Ew bi saya vê hêzê dijîn û wek hebûn tên parastin.
Niha QSD’ê pêngava dîrokî ya azadkirina bajarê Reqayê daye destpêkirin. Çavên hemû cîhanê li rizgarkirina Reqayê ye. Her kes bendewarê serkeftina QSD û Rojava ye. Ji ber hindê her roj desteka eskerî ya civaka navneteweyî ji bo QSD û projeya Fedraliya Bakur xurt û zêde dibe. Hemû kes êdî dizanin ku QSD û Rojava ji bo ewlekariya cîhanê û têkbirina DAIŞ û hizra terorê şensên mezin in.
Li aliyekî QSD bûye hêzek eskerî ya bi rêk û pêk. Bûye artêşek ku dikare hevkariyeke eskerî ya profesyonal li gel Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’3e bimeşîne. Li aliyekî din jî Meclisa Sûriyeya Demokratîk ya ku çarçeveyek niştimanî ji bo tevahiya Sûriyeyê ye bûye navenda muxalefeta welatparêz û serbixwe. Îroj gelek hêz û kesayetiyên Sûriyeyê yên ku ev bi salane têkoşînek demokrat ji bo welatekî azad meşandine, berê xwe didin MSD’ê û dixwazin cihê xwe li nava refên wê bigirin. MSD xwe amede dike ku bibe hêza herî berz û xurt ya muxalefetê Şamê. Ew xwedî heremek mezine (25% ji Sûriyeye) û hêzeke wê ya eskerî ku bûye hevkara cîhanê ya yekem a li dijî terorê, heye. MSD dixwaze projeya xwe ya federaliyê ji bo tevahiya welêt pêşkêş bike. Ew destwerdana hêzên derve, di serî de dewleta Tirk û welatên kendava Farisî, red dike. Ew Sûriyeyeke serbixwe, serwer, azad û fedral dixwaze. MSD deriyê xwe ji hemû hêz û kesayetên welatparêz yên welêt re vedike.
Hemleya azadkirina Reqayê ketiye qonaxeke hesas ya dawî. Bajar maye, ew jî dê ji destê DAIŞ‘ê bête rizgarkirin. MSD jî xwe ji bo wergirtina rola hêza herî berz ya muxalefetê amede dike. Baskên projeya Biratiya Gelan êdî hevdu temam dikin. Baskiên keda mezin û fikrê mirovhez û rast.
Reqa di dema ku bête rizgarkirin de, dê MSD bûbe hêza tevahiya Sûiyeye, ya ku dikare bibe alternatîfa rejîma Esed û muxalefeta nijadperest ya girêdayî AKP’ê. Rojava bi QSD û MSD li pêş e û hîna jî bi pêş ve diçe..