Xelkê Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wail Ilêwî pêr spart axê. Wail Ilêwî di 29‘ê Çile de dema diçû ser kar ji hêla şaneyek terorîstan ve hatibû şehîdkirin.

Xelkê cenazeyê şehîd li ber çarxerêya Firûsiyê wergirt û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan li gundê Hikûmiyê dan rê. Li goristanê jî cenazeyê şehîd ji aliyê şêniyên gundê Hikumiyê û endamên meclîsa herêmî ve hate pêşwazîkirin.

Di goristanê de li ser navê Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama Meclîsa Emîna El-Umer û bi navê Komîteya Hundirîn endamê komîteyê Îsmaîl El-Xelîl axivîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Xelkê cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan spartin axê.

 

REQA