Xelkê Reqayê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Elî El-Senayîl û Elî El-Cirêb bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê spartin axê.
Xelk l li Çerxerêya Firûsa kom bûn, piştî wergirtina cenazeyê şehîdan bi karwanekê wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Rêveberê Komîteya Hindirîn a Reqayê Îvan Xelîl, Rêvebera Meclisa Cezra Xedîce El-Hemed û endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesan Elo axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan. Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê her du şehîdan li goristanê veşartin.
REQA
Li Reqayê navenda malbatên şehîdan
Li Reqayê bi desteka Meclîsa Sîvîl a Reqayê navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan bi merasîmeke hat vekirin.
Bi dehan malbatên şehîdên Reqa û gundewarên, Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên Meclisa Jinên Sûriyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê, Tebqa û Dêrazorê beşdarî merasîmê bûn.
Deriyê navendê dayika şehîdekî vekir
Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mişlib El-Derwîş, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rodîn Mistefa, bi navê QSD`ê Îbrahîm El-Abdullah, bi navê Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê ya Reqayê Zelîx Ebdî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Iyad Osman axivîn.
Paşê helbestvan Red El-Fadil û Ehemd El-Nehar du helbest li ser şehîdan xwendin. Dûre jî Koma Çanda Reqa şano û stranên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Îbrahîm El-Salih ve hate vekirin.