Peyama Reqayiyan di çalakaiya Mertalên Zindî de: “Gelê Ereb bi gelê Kurd re ye. Em ê li hemberî êrişên li ser xwe, têkoşîneke hevpar bikin û xurt bikin.”
NAZIM DAŞTAN / MA / KOBANÊ
Çalakiya mertalên zindî ya li dijî dagirkeriya Tirk li dijî bakurrojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya welatiyên Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û Kurdan dewam dike. Welatiyên Ereb ên ku ji bo mertalên zindî ji Reqayê çûn Kobanê, diyar kirin ku gelên Sûriyeyê yek in û dagirkerî nayê qebûlkirin.
Piştî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên li ser dadgirkirina Rojavayê Kurdistanê, çalakiya mertalên zindî ya li ser xeta sînor a gelên bakurrojhitê Sûriyeyê dewam dike. Çalakiya mertalên zindî ya di 19’ê Kanûnê de li Kobanê dest pê kiribû, bi beşdariya welatiyên Ereb, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û Kurdan her roja diçe mezintir dibe.
Eşîr seferber bûn
Nûnerê eşîra Elbû Şeban ku yek ji eşîrên herî mezin ê Reqayê ye, Mihemed El Ehmed diyar kir ku Ereban berê xwe daye herêmên dibin gefan de û wiha axivî: “Gelên Sûriyeyê yek in. Ti hêz nikare wan ji hevdû cuda bike. Di dîrokê de tiştên bi Ereban hatin kirin, me qet ji bîr nekirine. Em mafdar in û yên mafdar teqez dê bi ser kevin. Hêza me ji bo vê heye. Baweriya me bi hêz û gelê me heye. Em ê bihostek axa xwe jî nedin. Kurd û Ereb dê mil bidin milê hev û vê pêvajoyê li pey xwe bihêlin. Sûriye ya hemû gelan e. Ev der welatê me ye. Em ê bi hev re axa xwe biparêzin û azad bikin. Bi awayekî eşkere ez bang li hemû gelan dikim da ku li dijî dagirkeriyê bibin yek û bila êdî xwîn nerije.”
Jin dagirkeriyê qebûl nakin
Ji endamên Meclîsa Jinan a Reqayê Sedîqa Ebdî jî got, ew ê tu carî bêdeng nemînin: “Em beşdarî çalakiyên Girê Spî û Kobanê bûn. Em ê bêdeng nemînin. Em ji bo fikrê Osmanîtiyê dibejin. na! Gelê Sûriyeyê yek e. Em ê destûrê nedin axa me dagir bikin. Çawan ku têkoşîna jinan li Kobanê û Reqayê bi ser ket, em ê bi vê vînê li vê derê jî li dijî êrişan rabin. Em ê hemû gefên Erdogan pûç bikin.”
Em bi gelê Kurd re ne
Welatiyê Reqayê Reşît Mehmûd jî got, ew nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên li hemberî erdnîgariya gelê Ereb qebûl nakin: “Di hemû beşan de kîn û hêrs heye. Gelê Ereb bi gelê Kurd re ye. Em ê li hemberî êrişên li ser xwe, têkoşîneke hevpar bikin û wê xurt bikin.”