
FARUK SAKIK
Li bakurê Kurdistanê piştî salên tefandina serhildanan heta salên 1990’a cejna Newrozê di nav gel de bi awayekî girseyî nedihat pîrozkirin. Ji ber qedexe û zilma şowenîst gelê Kurd li bakur bi dizî ev cejna xwe pîroz dikir. Her wiha di salên bêdengiyê de ji ber zextên rejimê jî, cejna Newrozê li gelek deveran hatibû jibîrkirin. Heta salên dawîn jî li gor atmosfera polîtîk tenê grûpên siyasî ev cejn pîroz dikirin. Di demeke wiha de, di 21 Adar a sala 1982’yan de, li zîndana Amedê, girtiyan amedekariya Newrozê dikir.
Mezlûm Dogan
Piştî 12’ê Îlonê li zindana tade û êşkence derketibû qada herî bilind. Li hember vê zilmê dibe ku tiştek bihata kirin. Ji bo serhildanê roja Newrozê hatibû destnîşan kirin..
Cejna Newrozê di salên jibîrbûyî de li zindanên Kurdistanê roja berxwedan û hildana ala hêviyê bû. Dîlên Kurd, di bin esareta hovane de jî, ev nîşana netewî bi bîr dianîn. Tade û zilma zindana Amedê di wîjdanê mirovahiyê de wek birîneke reş a zilma Dehaq’ên nûjen hatibû kolan. Yek ji girtiyên Amedê Mezlûm Doğan, endam û pêşewayê Partiya Karkeran, ji bo lanetkirina zilmê, ji bo banga berxwedanê, ji bo rûreşkirina xiyanet û mizgîna berxwedanê di şeva 21’ê Adara 1982’an de li qawîşa 35’an amadekariya Newrozê dikir. Amadekariya çalekiya xwe ya dîrokî dikir.
Di 21 Adara sala 1982’an de, bi sê darikê kibrîtê, agirê herî gurr yê di dîroka newrozan de pêxist. Ronahiya vî agirî ne bitenê zîndan ronî kir di heman demê de qedera Kurdan ya reş jî bi xwe re ronî kir. Di bin ronahiya vî agirî de, li çiyayên Kurdistanê gerîllayan, dest bi dîlanê dikir. Mezlûm Dogan li pey xwe şîyarek hiştibû.. ...Berxwedan Jiyane. Piştî ku malbatê agahiya çalakiya Mezlûm girtin berê xwe dane Amedê. Malbatê cenaze û bahol eşyayê wî girtin û vegeriyan Depê. Ew bahol hêjî li cem malbatê wek emaneteke pîroz tê veşartin. Cenazê wî jî anîn li cem birayê wî Delîl Dogan ku salek berê di şerde jiyana xwe ji dest dabû, defin kirin. Meşaleya sê darikên kibrîtê Mezlûm Dogan, li çiyayên Kurdistan rihê serhildanê û di zîndanan de jî rihê berxwedanê ronî kiribû. Cîwanên Kurd yên berxwedana Mazlum bihîstin pêl bi pêl berê xwe dane nav refên gerîla û şer kirin.
Zekiye Alkan
Di salên dawîn de cara yekem di 1990’î de Newroz li kolanan hat pîrozkirin. Û êdî ev cejna jibîrbûyî, wek çîroka xwe, cardin li bakur bûbû nîşana wejîna neteweya Kurd.
Di 13’ê Adara 1989’an de li Stewr a Mêrdînê di şer de 13 gerîllayên ARGK’ê jiyana xwe ji dest dan. Ji van gerîlayan Kamuran Dundar ji Nisêbînê bû û cenazê wî anîn vêderê. Merasîma cenazê bi pîrozkirina Newrozê kete heman demî de. Bi deh hezaran kes piştî definkirina cenaze berbi bajêr meşek dane destpêkirin. Polîs êrişî gel kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê gelê Nisêbinê darebayên dikanên xwe girtin û ev kuştin protesto kirin. Piştî vê bûyêrê li her deverî çalakiyên girseyî yên nerazîbûnê destpêkirin û hetanî 25’ê Adarê domîn.
Di dest de pirtûkek hebû
Ev yek di heman demê de ji bo bakurê Kurdistanê wek destpêka serhildana jî dihat qebûlkirin.
Li zanîngeha Dîcle a li Amedê jî çalakiyan destpêkiribû. Di nav van çalakvanan de kesek bi eslê xwe ji Erzîncanê, lê malbata wê koçî Îzmir kiriye û li vêderê mezinbûye, ji bi xwendina zanîngehê hatî amedê jî hebû. Navê wê Zekiye Alkan bû.
Zekiye Alkan di êvara 20 ê Adarê de, di ajansekê de nûçeyên Newrozê û erişên dewletê guhdar kir. Li aliyek jî pirtûka “Şeva Çaran” di dest wê de bû dixwend. Bi xewn xeyalên “berxwedana çaran” heta sibehê raneza. Û 21’ê Adarê. Sal 1990. Amed. Taxa Derê Ruhayê. Li bin birca Heft Birayan. Heft birayên qahreman. Heft parastvanên Amedê. Zekiye li bin diwarê bircê. Di destê rastê de bîdona benzînê, di destê çepê de pankartek. Bi dirûşmeyek; ‘Bijî Newroz.’ Kolan tije zarok û jin. Li ser diwarên kelê polîs û leşkerên nobedar. Li kêleka kelê, li dora xwe benzînê direşîne. Pankarta xwe dide destê zarokan. Paşê benzînê bi ser xwe da dirjîne. Û niftikê pêdixe.
Agir... Germahiya pîroz. Zekiye serapê di nav agir de. Pêşiyê guliyên wê yên reş dişewite, porên wê, cilên wê... Zekiye seranser di nav agir de... Zarok û jin diqîjin. Ber bi wê ve dimeşin. Pêlên agir bilind dibin. Zekiye dişewite, bi agir disote... Agir diweste, agir ditefe, agir radiweste, agir di bedena Zekiye de dibetile. Ji bilî dil û çavên wê yên reş, çavên wê yên du libên yaqûtî, hemû laşên wê şewitî. Di 30’ê Adarê de Amediyan ji bo Zekiye dikanê xwe venekirin… Zekiye di nameya ku pey xwe hiştibû de wiha digot… Agirê newrozê yê herî gurr, agirê bi bedana însana ye…
Bû sembola nû ya Newrozê
Zekiye Alkan birîndar rakirin nexweşxanê. Rewşa wê giranbû ji wêderê derbasî Enqerê nexweşxaneya Hacetepe kirin. Dema li wêderê bû xwendekarê Kurd yên li metrepolan bûn diçûn serdana wê û li nexweşxanê nobed digirtin. Çalakiya Zekiye Alkan ya Newrozê di çapameniya Tirk de jî cîh girt. Zekiye di 31’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Cenazê wê li Îzmîr li goristana malbatê hat definkirin. Zekiyê êdî di rêwîngîya nava dilên Kurdan de bû. Ew êdî sembola Newroza nû bû. Di sala 1991’ê de êdî Newroz ne tenê cejneke neteweyî an jî nirxeke dîrokî, her wiha ew roja dema serhildan û banga têkoşînê jî bû.
Newroz êdî li hemû bajarên Kurdistanê, li hemû kolanên bajêran, li hemû malên kolanan û di dilên hemû însanên malan de bûbû dema pêxistina ateşgeha Zerdeşt. Her rojên Kurdan Newroz, her Newroz jî roja Kurdan bû. Ew êdî parolaya serhildanê, nîşana hildana seriyan bû.
Rahşan Demîrel
Di sala 1992’an de ji bo pîrozkirina Newrozê amaedekariyên mezin hebûn. Li aliyekî Kurdan amadekarî dikirin û li aliyekî jî rejîmê ji bo pêşî li çalakiyan bigire ketibû nav tevgerê. Di demek wiha de li Cizîrê rojekê berî Newrozê ji derdoran, ji gûndan Kurd ji bo pîrozbahiya newrozê kombûbûn. Li her derê bajêr, agir dihatin pêxistin, meş dihatin lidarxistin. Dewletê xwest ku pîrozbahiyan asteng bike lewma gule reşandin ser gel. 3 rojan bê navber erîşkirin û 17 rojan nehiştin ku ti kes derbikeve kolanan. Av, ceryan û telefon hatin qutkirin. Di encama serhildana Cizîrê de rojnamevanek bi navê Izzet Kezer jî di nav de 57 kesan jiyana xwe ji dest da. Hêzên rejimê roja 21’ê Adara 1992’yan li Cizîra Botan, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Wan, Gewer, Amed, Farqîn û li bajarên din bi dehan Kurdên pêşwazên Newrozê kuştin. Berdevkên rejimê cejna Newrozê li dijî dewletê wek îsyan, wek serhildan binav dikirin.
‘Ez xwe dikim Newroz’
Ji van serhjildanan û zilma dewletê ya ser gel bersivek ji Îzmîrê ji Qedîfeqele hat. Keça Kurd Rahşan Demîrel bi eslê xwe ji Nisêbînê bû. Malbat ji ber zilma dewletê koçî metrepolan kiribû û li bajarê Îzmîrê bi cih bibûn. Rahşan, berî çalakiyê hemû kiryarên dewletê di Tv’an de temaşe kir û biryarek girt. Bi çalakiya xwe dixwest agirê Newrozê ji Zekiye Alkan dewr bigire. Û wisa kir. Êvara çalakiyê bû. Li Kurdistanê pîrozbahiyan dest pê kiribû. Li çiyayê Kurdistanê agirê newrozê pêketibûn. Li her deverî amedekariya sibehê hebûn. Ji welat dûr li bajarê Îzmîrê keçikek bi navê Rahşan Demîrel jî ji bo pîrozkirina Newrozê amadekarî dikir. Di destpêkê de xwe şûşt, keziyên xwe şeh kir. Neynûkên xwe jêkirin. Kincê herî xweşik li xwe kirin. Nameyek ku li ser nivîsandîbû “ez xwe dikim Newroz” hişt. Peyama xwe ya çalakiyê jî bi Kurdî û Tirkî di kasetekê de qeyit kir û li benda sibehê ma. Malbata xwe di xew de hişt û birêket.
Bi hêviya Kurdistana azad çû
Roja 21’ê Adara 1992’an di dest wêde bîdonê benzînê ber bi kelehê ve dimeşiya. Dema gihîşt serê kelha Qadîfeqale benzîn bi ser bedena xwe de reşand û bêsekin agir li bedena xwe da. Bi vî agirî ne bi tenê bedena xwe di heman demê de tirs û xofa li ser gelê Kurd jî şewitand. Rahşan di çalakiya Newrozê de bû. Piştî çalakiyê, kaseta qeyit kiribû hat dîtin, Peyamek wiha dabû: “Kes bila nefikire, ji bo azadiya Kurdistanê bitenê şer tê kirin, na mirov dikare li her cihê li dijî jî vê têkoşînê be. Ezê xwe bikim Newroz. Hin kes dive ku wateyên cuda bidin çalakiya min. Hin kes bibêjin ev dîn bû. Na ez ne dîn bûm, li dinyayê gelek dîn hene çima ew xwe naşewîtînin. Ez keçikek xweşikim jî, min bixwesta dikarîbû bizewicim jî. Lê armanca min ne ev e. Armanc ji bo welat bibim newroz e. Xwedê emrek dirêj bide serokê me ku Kurdistanê azad bike. Ez komkujiyên faşîstan protesto dikim. Ez Newroza gelê xwe bi can û xwîna xwe pîroz dikim. Bijî Kurdistan. Bijî 27’ê Mijdarê roja partiya me, her bijî 1’ê Gulanê, her bijî newroza 21’ê Adarê a serfiraz û serkeftinê. Newrozê li gelên bindest bi can û rih pîroz dikim.” Cenazê wê birin Nisêbînê, hêzên dewletê ji bo merasîm çênebe, gelek asteng derxistin pêş malbatê. Lê carek ateşgehên Zerdeşt pêketibûn, rihê Kawa vegeriyabû û di bedenên Kurdan de wejiya bû. Makina zilmê a kuştin û xirabîyê nikaribû li hember çerxa felekê bisekine. Seranserê Kurdistanê di Newrozan de her der bi kirasê kesk û sor û zer dixemilî, gund, bajar, deşt û çiyayên Kurdistanê bi agirê Newrozê dihat taqdîs kirin.
Bedriye Taş (Ronahî) û Nîlgun Yildirim (Berîvan)
Ji aliyê din ve li hember pêşveketina tevgera azadiya Kurd dewletên Ewrûpa jî li kêleka rejima Tirk li hember Kurdan cîh girtibûn. Rêxistina Kurd jî hatibû qedexekirin. Bi çekên ku firotibûn Tirkiyê Kurd dihatin kûştin. Dewleta Elman jî hevkarê heman sûcî bû. Di demek wiha de li Elmaniya, li Bajarê Mannheim 2 keçên Kurd, 2 keçên ku ji ber zilma dewleta Tirkiyê koçî Ewrûpa kiribûn, ji bo bersiv bidin vê sîyaseta dewletan a qirêj, li benda Newrozê bûn.
Û ew roj hatibû. Newroza sala 1994’an. Bedriye Taş (Ronahî) ku bi eslê xwe ji Elbîstanê bû û Nîlgun Yildirim (Berîvan) a Dersimî roja newrozê wan jî agirê ku li Qedîfeqale di dest Rahşan Demirel de bû, girtin. Li Elmanya li bajarê Manheim di daristanekê de, bedena xwe dan ber agirê Newrozê. Li dû xwe nameyek hiştin û di nameya xwe de wiha digotin: “…Em bi vê çalakiya xwe helwesta dewleta Elmanya ya li hemberî Kurdan şermezar dikin. Bijî Newroz. Bijî Kurdistan.”
Sema Yuce (Serhildan)
Gerîlaya Kurd Sema, ku di sala 1991’an da ji Mêrdînê tevlî refên gerîla bû û piştî xebata çend mehan di Gulan’a 1992’an de di encama îxbarekê de li navenda bajarê Agirî hat girtin. Sirgûnî zîndana Çanakale kirin. Dema ku Newroz nêz dibû, Zekiye Alkan hat berçavê Sema. Dema ku Zekiye li nexweşxaneya Enqerê bû, Sema li berserê wê nobed girtibû û bûbû şahidê şahadeta wê. Biryar da bû. Diviya çalakiyek bi rengê çalakiya Zekiye Newroz were pîroz kirin. Û wisa kir. Li zîndana Çanakale, di 21 Adar’a sala 1998’an de, li hemberî zext û zordariyên dewleta Tirk, agir berî bedena xwe da. Di nameya xwe de digot: “...Êdî dawî li vê zilm û zordariya xwe bînin. Ez siyaseta we ya komkujiyê protesto dikim. Ez ji bo vê siyaseta we protesto bikim, vê çalakiyê pêk tînim. Hûn nikarin vî gelî têkbibin. Û ew ê 21’ên Adaran li Kurdistanê bi coş û hêztir were pîrozkirin. Demek dirêj li nexweşxanê birîndar ma û di 17’ê Hezîran 1998’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazê wê birin Agirî navçeya Dutax, li gundê Kargalik defin kirin. Newroza Amed a peytext a sala 2000’an hemû gotin û peyvên Dehaq û xiraban bêhukum hiştibûn. Bersiv dabûn nameya Sema Yuce ya li pey xwe hiştibû.

Mazlum Doğan, Ronahi, Zekiye Alkan
