Hunermend Izziyana Suhaimi, xebatên xwe yên nîgarkêşiya bi reşqelemê û boyaxa avî, bi neqşan re tîne cem hev, wan digihîne hev û berhemên hunerî diafirîne. Izziyana, ji bo berheman dibêje, ‘Biresereke demî’.

Hunermenda Sîngapurî Izziyana Suhaimi, neqş û wêneyan tîne cem hev û hunerî bi rêûresman re dihûne. Izziyana neqşan li wêneyan zêde dike, û wan weke ‘tespîta demê’ dide nasîn. Her wiha dibêje, karekî ku diqede ‘dîtina fîzîkî ya demî’ ye. Di xebata xwe ya ‘The Looms in our Bones’ (Dezgehên tevnê yên hestiyên me) cilûberg û xişiran bi neqşan çêdike.

Biresereke demî

Izziyana ji bo berhemên xwe yê hunerî dibêje, “Xebatên min li tespîtên demê û destî dikole. Li gorî min neqş tevgereke bêdeng e ya ku her kêleke demê temsîl dike. Kêl, derbasbûna demê temsîl dike û wek tezahur û xwedanader a fîzîkî ye. Biresereke demî ye. Her kêla dirûnê, qeyda hest û fikrên çêker e.” 



 ŞÛJIN/NAVENDA NÛÇEYAN