Aliyên Êzîdî, çi şexsiyet û çi jî rêxistin ên ku di pêşandanê de amade bûn nerazîbûna xwe ji senaryoya filmê îfade kiribûn, rexne û protestoyên cûrbicûr jî birêvebiribûn. Senarîstê filmê Mehmet Akbaş derbarê mijarê de daxuyaniyek da bi ser nivîsa "Fîlma Reşeba û Zêdetir …" û pê jî hem bersiv da rexneyan û hem jî naveroka filmê bi kurtî rave kir.
Aktaş di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku kesên rexneyan li filmê digirin film nedîtine, îşaret bi kampanyayên li ser medyaya civakî bi rêve diçin kir û got, "Lê mixabin, serokê komeleyeke Êzîdî ya bi navê "Yezdan", Îsmaîl Murad bi rêya ‘trailer’a (vîdeoya danenasînê) fîlmê, li hember ekîba Reşeba kampanyayeke reşkirinê da destpêkirin. Li gorî îdîaya wî şexsê ku li Emerîka dijî, fîlma Reşeba "rastiyên Êzîdiyan nîşan nade" û "di fîlmê de malbateke Êzîdî keça xwe ya ji destê DAIŞ a terorîst hatiye rizgar kirin, dikuje!"
Mehmet Aktaş vê îthamê weke "ne rast" bi nav dike û wiha mijarê rave dike: "(D)i çîroka vê fîlmê de çi sahneyên kuştina keçên Êzîdî nînin. Berevajî, malbat û dergistiyê keça Êzîdî ku di fîlmê behsa wê tê kirin, li keça xwe xwedî derdikevin û heta dawîyê wê diparêzin. Bi taybetî dergistiyê wê ku di filmê de ew bi xwe jî Êzîdî ye, ji bo rizgarkirina nîşaniya xwe, du caran dikeve nav şer û kemînan û ji mirinê difilite."
Aktaş minaqeşeya "neteweya Êzîdî" li minaqeşeyên li ser film zêde dike û îşaret pê dike ku komeleye Yezdan armanc dike Êzîdiyan ji neteweya Kurd veqetîne. Aktaş wekî din got, gelek Êzîdiyên din ên ku film nedîtine û bi tenê danasîna wê dîtine jî tevlî "antî-propagandayê" bûne li dijî filma Reşeba. Li gorî Aktaş yekane armanca filmê "nîşandana hovîtiya DAÎŞê ya li dijî Êzîdîyan bû"ye.
Çîroka fîlma Reşeba
Aktaş naveroka filmê jî li daxuyaniyê zêdekirî diweşîne û dibêje "Di fîlmê de behsa çîroka evîndariya du ciwanên Êzîdî yên bi navê Pero (Diman Zandî) û Rêko (Rêkeş Şahbaz) tê kirin. Pîştî êrîşa DAIŞ´ê ya li ser Lalişa Pîroz, Pero ji aliyê terorîstan ve dîl tê girtin. Rêko xebera dîlgirtina Pero werdigire û dikeve ser rê û li dergistiya xwe digere.
Pîştî ku Pero li Rojava ji aliyê şervanên jin ve tê rizgar kirin, Rêko wê peyda dike û teslîmî malbata wê dike. Çend roj paşî Rêko dergistiya xwe dibe Lalişa Pîroz û her du evîndar derdikevin huzura Meclîsa Rûhanî. Li vir, Pêşîmamê Êzîdî fetwaya paqijiya Pero dide û dibêje ku wek hemî keçên Êzîdî yên ji destên DAIŞ´a terorîst rizgar bûyî Pero jî keçekî helal e."
Li gorî vê, paşê derdikeve holê ku Pero ducanî bûye; Pero dixwaze xwe bikuje, malbata wê nahêle û Rêko jî diçe şerê DAIŞ´ê lê poşman dibe û vedigere cem dergistiya xwe.
HEWLÊR