Yeko yeko netewe dewletên li herêma Rojhilata Navîn li gel têkçûna sermayeyên cîhanî ew jî hildiweşin û têk diçin. Welatên wek Tirkiye û Îranê xwe li hemberî bayê guhertinê bi zorê digirin lê belê guhertin bivênevê ye. Guhertinên klasîk ên bi hilbijartin û darbeyên lêkirî û derewîn ku bixwe dikin, tenê ji bo dirêjkirina temenê wan e. Heta guhertinên demokratîk ên di berjewendiyên gelan de çênebin, her cure guhertina din nikare temenê wan yê pîr ciwan bike û dîsa wan li jiyanê vegerîne.
Îran û Tirkiye hewl didin wek ku eniyên Şîe û Sune bi parastina berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn hîn zêdetir ber bi şerên mezhebî ve bibin. Cîhan di şerê bi meylên radîkal re êdî hemfikr e. Çi Şîetiya hişk çi jî Sunitiya hişk, her du jehra jiyana Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye. Ji bo wê jî israra di xwe de bi awayekî tê wê wateyê ku tu bi destê xwe, bi xwe dawiyê li xwe tînî. Hêzên zilhêz bi ti awayî naxwazin ev du welat ango Îran û Tirkiye li qada Rojhilata Navîn û Sûriyê bi hêz bibin, ji bo wan bikişînin xeta xwe û bihelînin, wê baş be. Her du welat jî di rojên pêşiya me de ber bi hilbijartinê ve diçin. Erdogan dixwaze dîktatoriya xwe têxe garantiyê, ji bo ku dengê Erê derbikeve, çi ji destan tê dike, ya rast dîn û har bûye di kêliyên dawî yên temenê xwe de.
Îran di rêyeke serbejêr de ye êdî, di rewşeke wiha de di meha Gulanê de ber bi hilbijartinên Serokomariyê û Meclîsa bajar û gundan ve diçe. Serokomarê niha Hesen Rûhanî beriya bi 4 salan hat hilbijartin, wê ji bo 4 salên din jî were hilbijarin. Namzedekî reformîst e, herî kêm di şekil de wisa xuya dike. Kesekî weke Mehmûd Ehmedînijad (Serokkomarê beriya Rûhanî) yekî wek Trump ne diyar bû, dixwaze çi bike û xwedî kîjan pîvanan e. Civaka Îranê di warê siyasî, civakî û aborî de ber bi felaketên mezin ve bir. Rûhanî qaşo ji bo sererastkirina xetayên Ehmedînijad bi carekê bi sozên mezin hat ser desthilatdariyê. Atmosfera giran a civakî û aborî hinekî li ser Îranê nerm kir. Lê belê ti guhertineke bingehîn nekarî çêke. Ji ber ku ji bo guhertina bingehîn li Îranê, divê di serî de qanûna esasî ya Îranê were guhertin ku ew qanûn ji Rêberê olî yê Îranê û muhafezekaran re xeta sor e. Haşimî Refsencanî beriya bimire, mijara guhertina qanûna esasî xistibû rojeva Îranê. Lê yan bi rastî mir yan jî kuştin! Rûhanî piştî Refsencanî wek kesekî ku xwe reformîst dibîne, di meydana şer de bi tenê maye. Bi ser de jî hewl da bi muhafezekaran re bibe yek û çi dibe bila bibe, di vê rewşa heyî de nakokiyan dayne aliyekî û wisa ber bi hilbijartinan ve biçe. Hêj gefên Trump li ser Îranê dest pê nekiribû, hewldaneke bi vî rengî hebû. Lê bi cidîbûna helwêsta dewleta Emerîka û Îsraîlê, niha hem eniya reformîst hem jî muhafezekar di nava panîkeke mezin de ne. Heta doh Rêberê Olî yên Îranê Elî Xamineyî, Rûhanî destek dikir (herî kêm wisa soz dabû). Lê ji nişkave ji bo bi Rûhanî re bikeve nava reqabetê, kesekî nêzî xwe Îbrahîm Reîsî ji bo namzediya Serokkomariyê destnîşan kir. Reîsî bi salan dozgeriya sîstemê kiriye. Gelek girtiyên siyasî darizandine û ew bi biryarekê ber bi darê îdamê ve biriye. Ji bo wê jî gelek xelatên hêjayî sekna xwe ji destê Rêberê Îranê wergirtiye! Destnîşankirina kesekî wiha, nîşan dide ku eniya muhafezekar, çavê wan ji hêrsa desthilatdariyê kor bûye û hê jî di ya xwe de israr dikin, ango dawiya wan jî êdî hatiye.
Îran ji vê ditirse di rewşeke îhtimalî de welatên derve Kurdan li hember bi kar bîne û rewş weke tişta ku niha li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heye, bibe. Ji bo wê heta ji destan were wê bi temkîn nêzî Kurdan bibe û vê yekê dike jî. Îran neçar e di serî de mafê Kurdan û hemû neteweyên li Îranê nas bike, ji bo çarenûsa wê wek Iraq û Sûriyê nebe. Şer li ber deriyê Îranê ye, bayê guhertinê êdî bûye reşeba. Herî zêde Kurd xwedî proje ne û dikarin bibin aktorekî esasî. Piştî komkujiya Xan Şêxûn, Trump bi bombebarankirina baregeha Şeîrat di rastiyê de peyama esasî da Îranê. Îranê heta doh pişta xwe bi mayîna Beşar Esed germ kiribû, ji bo vê jî bi salan li Sûriyê şer kir. Çûyîna Esed tê wateya mudaxeleya li Îranê. Sala 2013’an jî rejîma Esed komkujiyeke bi vî rengî li Sûriyê kiribû, lê bi navbeynkariya Rûsya, Obama ti helwêst nîşan neda, şert û merc wê demê jî ne guncaw bûn. Komkujiya Xan Şêxûn dibe ku senaryoyek be jî ji aliyê hêzên derve û herêmî ve, ji bo zemînê mudaxeleyê çêbe. Îran niha biçe hilbijartinê yan neçe, Rûhanî yan Reîsî were hilbijartin, çi dibe bila bibe, neçar e xwe biguherîne, ji ber ku êdî carekê ketiye ser rêya serberjêr. Ji bo deriyê mudaxeleyeke ji derve ve were girtin, ne guhertina Serokkomaran, guhertina qanûna esasî, destûra bingehîn, pejirandina mafê gelan, pêwîst e. Ji bilî hinek partiyê Rojhilat ên ser bi PDK’ê û hêzên derve ku bi salan xwe dane bikaranîn, gelek partiyên Rojhilat bi taybet KODAR di wê baweriyê de ne ku ne mudaxeleya ji derve, ne jî israra di ya xwe de, li gorî berjewendiyên Îranê ne, berovajî wê, ew ê Îranê ber bi rojên dijwar ve bibe. Ya herî rast bêguman xeta sêyemîn ango pergala Neteweya Demokatîk e ku projeya Rêber Apo ye. Neteweyên Îranê dikarin di bin sîwana vê pergalê de, guhertinên mezin bêyî ti destwerdanan çêkin.