Di dîroka hemû gelan de hin rojên reş û şînê û hin rojên şahiyê hene. Lê di dîroka me Kurdan de bi giranî rojên şîn û êşê serdest in. Gelek gelan ev rojên xwe yên di dîroka wan de wek mîlad in, bi hemû cihanê dane pejirandin, wek mînak 24 meha avrêlê wek roja komkujiya ermeniyan tê zanîn. Lê yê me Kurdan êşê me jî, rojên me yên reş jî, di nava rondikên me de difetisin, olana wan nagihîje cihanê.
Meha reşemehê, yan ji sibatê wek meha zemheriyê ya herî sar û xedar tê zanîn. Li gor mîtolojî û baweriya Zerdeştî jî, yêzdan Ehrîmanê ku ji bo payîz û zivistanê berpirsiyar, hemû hêrs û kîna xwe di vê mehê de vedirişe ser nîvkada bakur. Her bihust xaka wêlêt di nava sar û seqemiya xwe de bi qeşayeke hişk digihîne ber xeniqandine. Jiyan di vê mehê de dikeve xeterê. Cinawir di vê mehê de ji birçiyan êrişê gund û bajaran dike. Rêbaya vê mehê bi mij û sawa zemheriyê di pêvajoyake xeter de ye. Dijminê xwe wek neviyê guran dibîne jî, xwerû di vê mehê de gelek êrişkar e.
Di vê meha reşemehê de komployên bi kemînan dagirtî wek qedayekî li pêşiya me hatine danîn. Dema em tiştên di kûrahiya dîrokê de di nava gemarê de fetisîne, li cih bihêlin û tenê dîroka nêz bigirin, dê em ê bibînin ku kemîna komployê, cara yekem ji vir 87 sal berê di 13 reşemeha sala 1925 an de derketiye pêş gel û tekoşîna gelê me. Çapemeniya dagirkerên Tirk ya bêbext di wê demê de jî, li ser bingehê derew û boblatan şerê psîkolojîk dabûn meşandin. Îroj jî li ser heman qeşmeriyê vî şerî dimeşîne.
Berê ku hêzên Tevgera Azadî ya wê demê amadekariyên xwe biqedînin. Serkariya Kemalîst bi komloyekê zexel mufrezeyekê xwe li nêzê gundê Pîrana girêdayê navçeya Egilê derdixe pêşberê komeke serhildêrên di nava amadekriyê de ne. Bi vî awayî Tevgera Azadî ya wê demê di divêtiya xwe parastinê de dimîne û tevgera wek Serhildana Şêx Seid tê zanîn bê amadekariyeke têr xwe di nava şer de dibîne û têk diçe.
Ku me Kurdan kanîba di destpêkê de ev komploya kemalîstan baş tehlîl bikira, wê demê ew vala derxistîba, dê em ê ji komployên din re jî amadebûna, bê ku rastê kemînan bihatana, me yê gavên ji bo serkeftinê bavêta.
Komploya herî mezin jî komployeke nevnetewî, ya hin hêzên qaşo globalên ku di bin rêveberiya Amêrîka-Îsraîl de ye. Li pey têkçûna sosyalizma real, li pêş hêzên rojavayîyê şêlandker hin hêzên îslamîst û tevgerên netewî mabûn. Ji ber vê egerê jî, hêzên emperyal dixwestin dizayneke nû bidin Rojhilata Navîn. Hêzên xwe û hêzên bi xwe ve girêdayî bi formeke din li ser xaka Rojhilata Navîn bidin bi cîh kirin ku bikanin hemû çavkaniyên enerjiyê bigirin bin kontrola xwe.
Di nava vê dîzaynkirina kompleks de cih nedidan Kurdên serbixwe û Kurdistanî. Armanca wan Kurdan jî wek ermeniyan bi parçeyeke biçûk bidin razîkirin û bigirin bin kontrola xwe. Di vê xaçepirsa kirîtîk de tevegereke wek PKK ê û pêşewayeke wek birêz A. Ocalan ji bo xwe talûke didîtin. Hinek jî di kesayetiya wî de Giyaneke wek Selhedînî Eyûbiyê hêzên xaçparêz dabû rawestandin jî dîtibûn, jiwê jî ditirsiyan ku planên wan vala were derxistin. Ji vê çendê hêvî dikirin ku hem ji vê tirsê rizgar bin û hem jî ji hêzên alîgirên xwe re rê vebikin.
Li aliyê din dixwestin li Tirkiyeya bi tevahî di bin kontrola wan de ye, serkariyeke modela mînak biafirînin. Di vê pêvajoya komployê de Fetullah biribûn Pan Silvanyayê, li çengê perwerdegeha CIA bi cih kiribûn û bi riya wî dest bi birêkxistana qaşo îslamiya rûnerm, yan jî ya di xizmeta berjewendiyên Amerîka-NATOyê de kiribûn. Dixwestin ku ev modela mînak jî bi ser bikeve. Lê di vê mijarê de jî PKKê û Serokatiya wê wek kelemeke herî mezin li pêşberî wan bû. Li gor berjewendiyê wan divîbû pêşawe birêz A. Ocalan bihata bê tesîr kirin. Ev komploya di kesayetiya pêşawe A. Ocalan de li hemberê tevahiya Kurd û Kurdistanî û heta tevahiya Rojhilata Navîn wek kemîneke hatibû danîn.
Ev kemîna bêbext di pêngava yekemîn de derbeyeke herî mezin ya li ser Tevgera Azadî bû. Bi sebra fîlozofî û zanyariya Birêz A, Ocalan û kemilandina PKKê û pêşengên PKKê, heta radeyekê ev kemîna komployî vala hate derxistin. Lê ev nayê wê wateyê ku ev komploya bi tevahî hatiye pûçkirin. Ev hêzên global hîna jî planên xwe yên cûda derdixin ser dikê. Ji bo serkeftina tekoşîna gelên Kurdistanê, heta bi wê ve girêdayî ya tevahiya gelên Rojhilata Navîn, divê encamê vê komployê bi giştî vala were derxistin ku ev hêzên global cardin dest nebêjin bêbextiyên wiha.
Dema mirov li guhertina hewa cihanê dinêre, dibîne ku tevgereke gelek bi lez û bez heye. Zivistan, bi giştî demsal jî li ser guhertinêne. Dema gelê me bi hemû hêza xwe ve li dij vê seqema xwezayî ku wek komployeke navnetewî jî di nava mirovahiyê de olana xwe dide, reweste; bi rikeke polayî li berxwe bide, wê serkeftin jî nêzîktir be! Dê em ê bikanibin vê çarenûse meha reşemehê jî biguherînin.
Reşemeh û roja reşgirêdanê