Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan got, sûîqest wê li nûnerên Elewî û Ermenî, nûçegihan, akademîsyenên ku pena xwe gihandine Ewrûpayê bê kirin. 

Parlamenterê HDP'yî yê Stenbolê, Garo Paylan diyar kir ku agahî li ber destê wî hene ku Elewî, Ermenî û nûçegihanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê wê bikevin ber reşkujiyan.

Paylan got, "Di serî de li Elmanyayê, li dijî nûnerên Tirkiyeyî yên Elewî û Ermenî û li dijî nûçegihan, nivîskar, akademîsyen, rîspiyên ku ji ber desthilatdariya AKP’ê neçar mane ku derkevin derveyî welat hin kom di amadekariyên çalakiyên mezin de ne."

Paylan got avaniya ku plana êrişê girê dayî jî ji Tirkiyeyê ye.

Paylan got, "Em behsa yekîneyên wiha yên cînayetê dikin ku wê suîkastên bi çek bikin û ji Tirkiyeyê destên qirêj vê organîzeyê dikin. Yekîneyên emniyetê yên Ewrûpayê li gorî van agahiyên îstîxbarî tevdîrên cidî sazkar kirin."

Paylan di dawiyê de wiha bang li van kesên muhtemel e bibin armanca êrişan kir: "Li ser van hemû qewmînan, ez bang li hemû kesên Tirkiyeyî dikim, yên ku li Ewrûpayê dijîn, baldar bin û bang li hikûmet û saziyên têkildar dikim ku berpirsyariya xwe bi cih bînin." 


ENQERE