Girtiyên li girtîgehan kampanyaya resmxêzkirinê ya berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê, dan destpêkirin. Kampanya ji bo bîranîna Taybet Înan a ku li navçeya Şirnexê Sîlopiyayê di 18’ê Kanûna 2015’an de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê li erdê ma, wê bê lidarxistin. Ji Girtîgeha Gebzeyê Gulazer Akin bi nameyekê diyar kir ku divê berxwedana dîrokî ya li welat bi wêneyan bê xêzkirin û dahetên kampanyayê jî ji bo cihên hatine xirakirin bên înşakirin dê bê bikaranîn.
Heke dahatek bê ji bo înşakirinê ye
Akin di nameya xwe de weha nivisî: “Avahiyên ku hatine xirakirin, cenazeyên ku li kolan, taxan hatin hiştin, dayika Taybet, Cemîle, Haci Lokmanan em dixwazin wêneyên wan çêkin.”
Akin di nameya xwe de destnîşan kir ku di resman de boyaxa neftî tercîh dikin lê kesên ku derfetên wan tunene dikarin bi pênûs, boyaxên pastel û guajê jî resman xêz bikin. Akin wiha nivisî: “Her çiqas armanca me madî nebe jî heke dahatek bê jî em ê ji bo înşakirina cihên wêran kirî bişînin.”
Di çarçoveya kampanyayê de resmên hatine xêzkirin herî dereng heta meha Cotmeh-Îlona 2016’an dikarin bîşinin navnîşana li jêrê.
TUHAD-FED
Kurt Îsmaîl Paşa Cad.
8. Sk. Mem û Zin apt.
Kat: 2 No: 3
ENQERE