Elmanekî beriya bi 23 salan li ser dîwarê avahiya Navenda Ciwanên Karker (AJZ) resmekî Halîm Dener tevî amblema ERNK'ê li bajarê Bielefeldê çêkir. Polîsê Elman xwest vî resmî rake. Lê dadgehê daxwaza polîs red kir û vê biryara Dadgehê hem Kurd û hem dostên wan kêfxweş kirin. Wezareta Karê Hundir a Elman bi talîmatekê bi bahaneya amblema ERNK'ê ya qedexekirî di resim de heye xwest resim were rakirin û 600 euro jî ceza jî birîbû. Lê Navenda Ciwanên Karker li ber vê biryarê rabû û têkoşîna huqûqî da destpêkirin. 17ʼê Hezîrana 2020'an Serokê Navenda Ciwanan derket pêşberî dadgehê û ji dozê beraet kir. Dadgerê dadgehê di biryara xwe de got, azadiya fikir û hunerê ji qedexeya alê girîngtir e. Dadger herweha anî ziman ku resim 23 sal in, li wir e, û aktuelbûna wî nemaye û bi vî awayî doz bi dawî kir. Dadger der barê rewşa li Rojhilata Navîn de jî got, erê demên berê hinek çalakiyên PKK'ê yên weke nebaş xuyadikirin hebûn, lê belê ez niha dibînim dewleta Tirk çawa bi awayekî bêhuqûqî êrişî Kurdan dike û zoreke mezin li wan dike. Di dema dadgehê de Kurdistaniyan û rêxistinên wan ên weke YXK, JXK, TCŞ û JCA tevî endamên Antîfa AG kon vedan, belavok belavkirin û der barê zora polîs de agahî dan. Ciwanê Kurd Halîm Dener beriya bi 23 salan, hîna 16 salî bû li bajarê Hannoverê 30ʼê Hezîrana 1994'an dema afîş dadileqand bi guleya polîsan hat kuştin. DEVRÎM DAG/BIELEFELD