Merwanî yek ji xanedanên herî mezin ên Kurd bûn di destpêk hezarsala yekê de. Gava ku Baz bin Dostik dev ji pezê xwe berda û biryar da bibe eşîr, siwar û dewlet, hîna kesî bîra wî nedibir hukmê xwe li Amedê bike. Gava ku Adud Dewle yê ji Xanedana Bûyiyan li Mûsilê mir, Baz bin Dostik 1083´yan hukmê xwe li Farqînê (Meyafarqîn) kir. Jê re wekî din jî li hev hat; di nava Bîzansê de serhildanan dest pê kiribû û wî jî ji vê sûd wergirt û hukm li Deşta Mûşê jî kir. Piştî wî kurê apê wî Merwan, Ebû Elî bin Hesen wê şûna wî bigirta û hukmê xanedana Merwaniyan bihata danîn. Mîrê dawî yê vê xanedanê Nasir el-Dewle Mansûr bû. Gava ku ew 1085´an mir, tenê Cizîr û derdora wê di destê wî de mabûn.
Li ser awayê şer ê eskerên Merwaniyan mirov hin belgeyan, di nava arşîvên Bîzansê de dibîne. Ev resmê hanê nîşan dide ka çawa eskerên Merwaniyan sala 1032´yan dor li Rihayê, ya hingê di destê Bîzansê de girtiye.
NAVENDA NÛÇEYAN