Di bin ronahiya stêrkan de

Êşê bê wext jan didin

Bêhnek xweş ji axa sar difuriya 

Û jê nûvejiyayî radibû

Bêhna axê behna azadiyê hesreta welat

Bêhna stêrkên sorgulî û çiyayê berxwedêr jîn dida

Ew stêrkên sorgulî laylan didan dilê şoreşgeran.


Roj bi giştî derketibû û ber bi asîmanan ve bilind dibû. Ji serê sibê ve. Şerê di nava kedxwar û şervanê azadiyê de dom dikir. Şer li ser gir, gelî û newala belav bibû. Demsal bihar bû. Her roj barana bê wext dibariya. Jixwe meha adarê bû. Piştî Newrozê ku dagirkera qedexe kiribû li gelek ciha jin, zarok jî di nav de bi deha kes hatibûn qetilkirin. Piştî vê qetlîamê ref bi ref kom bi kom keç û xort tevlî gerîla dibûn. Yek ji wan jî Delîl bû û dest bi nivîsandina kurtejiyana xwe kiribû. Delîl bi kinasî wiha dinivîsî. “Ez 15 salî me. Hêja ez pir biçûk bûm, bavê min tevlî refê şoreşgerê azadiya Kurdistanê bû. Min tenê dibistana seretayî xwendiye. Dayika min jî di nava xebatekî legal de kar dike. “Delîl gelekî fikirî lê tiştekî nehat bîra wî. Nivîsa xwe pêça û da yê berpirsyar. Roja di serê sibê fermandarekî gerîla şervanê nû kom kirin. Dixwestin  jiyana gerîla, armanc û hedefê tevgerê, şer û hovitiya xwînmijan bi wan bidin fêm kirin. Şervanên nû di heyecanek de li ser bejn û çavê Botan mêze dikirin. Botan di serî de bi xêrhatin li tevlî şervana da û çu hemberî wan li piya dest bi axaftinê kir: “ Hûn ji bo rûmet û azadiya gel û welatê xwe hatine. Lê vê yekê ji bîr nekin. Bihuşt jî dojeh jî di nava mirov deye, ên ku bi ronahî û rastiyê re bimeşe, wê ber bi bihuştê ve biçin. Hûn dil û mêjiyê xwe ji rastiya rojê re vekin. Hûn ber bi rastiyê ve hatin. Ev gava wê pir hêja ye. Gava yekem e. Hûn xwe bi tîrêjên rojê û heqîqeta evîne welat bi hev re bibin yek. Ji ber ku mirov bi zanistiya rojê tijî cihê ku hûn hatine tê zanîn. Bi dîrok, çand, ziman û nirxê gelê xwe re bijîn. Rastiya xwe xef nakin. Bi rastiya xwe ve girêdayî bin. Azadiya xwe winda nekin. Bila azadiya we bi rastiya Tevgerê bibe yek.” Botan bi van hevokan dawî li gotinê xwe anîn. “Ji îro û şûnde hûnê biçin perweda çekê û teorîk li wargehê cûda bibin” Piştî axaftin qediya, şervanê nû belav bûn. 

Di vê navbere de gerîlayê ku ji serê sibê ve çûbûn keşifê hatibûn û rapora xwe dabûn Botan. Li ser agahiyê raporê Botan tevê gerîla agahdar kiribûn. Botan dixwest ku şervanê nû ji herêma şer derxîne. Lê hêj di ser de dem derbasnebûyî di derdorê ku girê gerîla lê diman, dengê çeka bilind bibû. Firok û balafirê dagirkera kemînê gerîla dan ber bûla. Bi çekê giran êrîş dianîn ser gerîla. Şer heya ber evarê dom kiribû. Ji bo şervanê nû bên parastin Botan di hewildanekî bi wate de bû. Şervanê nû dişandin şikeftên asê. Dema şervan derbasî şikeftê dibûn, bibûn hedefê leşker û timên taybet. Di wê gulebaranê de Delîl giran birîndar bibû. Botan du gerîlayê kevin û bi tecrûbe şand şikeftê. Ji bo birîndaran mêze bikin û hay ji wan hebin. Ji wan gerîlayan yek jê Bawer bû. Hundirê şikeftê tarî bû. Nalenala birîndaran bû. Yê birîna wî herî xeter Delîl bû. Bawer di wê taritiya şikeftê de alikariya wan dikir. Bawer çû li cem Delîl û birîna wî yek bi yek kefiya xwe girêdida. Ji ber birîna Delîl ya mil, pî û parçê ku li nava wî ketibûn, nalînekî dikişand. Ji xeberdanê ketibû. Xwîn nedisekinî. Her çiqas Bawer bi kefiya xwe birîn dipêçan jî, dîsa nikarîbû pêşiya xwînê bigire. Bawer serê Delîl dani ser çoka xwe, çend cara li navê wî pirsî, lê hêza ku Delîl bersivê bide tunebû. Tenê xizxiz ji qirka wi dihat. Ji derve şikeftê jî şer bi tevî germahiya xwe didomiya. 

Delîlê hêja xortekî 13 salî bû. Bejna wî ne kin ne jî dirêj bû. Rûyê wî, mirov digot qey ji aliyê feriştahên heyvê hatibû şûştin. Ji ber ku kenê wî, her tim dayika wî jê re digot;”Hîva min a şevê tarî”. Kena wî mîna şewqa rojê derdorê xwe ronahî dikir. Pora wî xelekî û kin bû. Rengê wî zer bû. Her du çavên wî wekî behîvên ku bi hingin hatibûn şûştin bû. Bijangên wî dirêj bûn. Her dem wekî ku bi mirov re diaxivîn bûn. Di nav hevalê xwe yê zaroktiyê de taybetmendiya wî ya herî xweş şopdarê tevgera azadiyê bû. Ji bo jiyanekî herikbar û zelal, bi hevalê xwe re têkilî datianî. Zû bi zû hevalên xwe nedişikand. Hêzekî wi ya femkirin û qanehker hebû. 

Hê serê Delîl li ser çoka Bawer bû. Dengê wî hatibû qutkirin. Bawer bi destê xwe rû û lêvê wî yê tenik paqij kirin. Lê ji çavê Bawer stêrk dibariyan ser rûyê Delîl, yê ku bê can raketibû. Bawer cihekî jê re bi destê xwe rast kir û çokê xwe bi ser cenazeyê Delîl ve dakir. Gerîla hêza leşkerê êrîşker şikandibû. Gelek windahî dabûn leşkeran û tîmên taybet. Roj ber bi dawiyê ve diçû. Sih ketibû ser çiya, gelî, gir, deşt û newalên kûr. Botan ferman da ku gerîla li cihekî kom bibin. Piştî gerîla kom bûn, Botan hin nasname, nivîs dan Bawer û jê re got “Tu û du hevalên din bi şervanên nû, birîndar û her du hevalên şehîd ketîn, bibin li cihekî guncaw veşêrin. Piştre bi tevahî şervanên nû ve biçin qempa navend”. Bawer li ser vê fermana Botan dest bi amadekariyan kirin û ketin rê. Li binê dareka mazî cenazeya Delîl û Cegerxwîn veşartin, deqeyekî rêz girtin û rêya xwe ya bi ber qampê ve domandin. 

Bi wan re şeş birîndar hebûn. Meşa wan gelekî hêdî bû. Sere nîv saetî navber didan meşa xwe. Bawer jî, ew nasname û nivîsên ku Botan dabûnê gavek avête. Nasname û nivîs yek bi yek xwendin. Dema nasname û kurtejiyana Delîl mêzekir, li wir sekinî. Du cara li ser hev xwend. Di nasnameya Delîl de wiha hatibû nivîsandin: Nav: Delîl, Navê dayikê: Bermal, navê bav: Derwêş. Li bajarê Êlîh’ê hatiye cihanê. Emrê wî 14 salî ye.” Bawer di wê kêliyê de çavên wî tarî bûn. Êşekî bê sînor û bê wext avêt serê wî û heya hêza wî hebû got; “Ax Delîlê min” û giriya. Şervanên nû û hevalên wî yen li dorê tev bi hev re şaş man û bi hawara wî ve çûn. Bawer tenê Delîl digot û rondik ji çavên wî dihatin xwarê. Gerîla yekî nasname di destê Bawer de derxist û lê mêze kir. Di nava komê de gerîla yê ku zû de Bawer baş nas dikirin hebûn. Derwêş ew bi xwe bû. Delîl, kurê wî bû. Heya hingê Bawer nizanî. Serê wî li ser çoka wî şehîd ketî, kurê wî bi xwe bû. Dema Bawer tevlî refê gerîla bûyî, Delîl hê çar salî bû. Bawer ma wê çaxê di vê şikeftê de di nava vê hengame û taritiyê de kurê xwe yê ku deh salîbû nedîtibû wê nasbikira? Ma wê çaxê di nava wî şer û dema teng de Delîl binasiya. Jixwe çend cara li navê wî pirsî lê ji ber birînê Delîl giranbûn, nekarî bersivê bide. 

Bawer demekî dirêj li ser hişê xwe çûbû. Jê re mîna xewnekî tohil mîna zirav dihat. Bi alîkariya hevalê xwe hatibû ser hemdê xwe. Bawer xwe mîne kesekî bê şans û per û baskê wî şikestibûn. Êşê bê wext li tevê bedena wî belav bibû. Bawer bêrîkirina xwe ya deh sala di dilê xwe de mîna çiyayekî mezin kiribû ji bo Delîl. Lê Delîl di dawa wî de şehîd ketibû. 

Şerê li Kurdistanê gelek êşê bê wext bi Bawer dabûn kişandin. Ji malbata wî û hevalê wî yên pakrevan di kêleka wî de şehîd ketibûn û eşê mezin di dilê xwe de bi cih kiribû. Tevî êş, kul û derda dîtibûn pahîr û mêvanê Bawer.