
Şemî roja betlanê ye
Di raporê de hate destnîşankirin ku navenda Meclîsa Rêveber bajarê Amûdê ye û hate destnîşankirin ku roja şemiyê wekî roja betlaneyê hatiye diyarkirin, di rojên din de jî saetên xebatê wekî 08.00 û 15.00 hatine diyarkirin. Di berdewamaraporê de ji bo danasîna rêveberiyê û rakirina ambargoyê, li ser girîngiya têkiliyên bi dewletên cîran re hate rawestîn û hate bibîrxistin ku şandeya Desteya Karên Derve di vê çarçoveyê de çûye bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û xebatên xwe didomîne.
Serdana herêmê zêde ye
Hate gotin ku Desteya Enerjiyê ji bo peydakirina gazê bi pêşxistina têkiliyên bi dewletên cîran re hatiye erkdarkirin. Her wiha wê bi hevkariya Desteya Çandiniyê mazotê ji bo çotkaran peyda bike. Mazot wê di destpêka demsala avdanê de bê belavkirin. Derbarê şandeyên ku piştî îlankirina rêveberiyê hatine serdana herêma Cizîrê de jî di raporê de hate diyarkirin ku şandeyên Enstituya Rojhilata Nêz a girêdayî Wezareta Karên Derve ya Fransayê (FPO), Partiya Kesk a Parlamentoya Siwêdê û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî (HRW) hatine pêşwazîkirin. Hate destnîşankirin ku bi şandeyan re li ser pirsgirêkên herêmê û rêveberiya xweser gotubêj hatiye kirin. Di raporê de hate daxuyandin ku gelek şandeyên herêmî û gel jî hatine serdana meclîsê hestên xwe yên pîrozbahiyê anîne ziman. Her wiha di raporê de hate gotin ku li ser rêveberiya xweser li gelek televîzyonên netewî û navnetewî re jî têkilî hatine danîn. Di dawiya raporê de hate diyarkirin ku navenda çapemeniyê ya Meclîsa Rêveber hatiye vekirin û Ciwan Mihemed wekî berdevk hatiye erkdarkirin. Piştî xwendina rapora Meclîsa Rêveber, civîn bi mijarên cuda dom dike. Çav li rê ye ku navên cîgirên serokên desteyan bêne erêkirin.
AMÛDÊ