
Endamên Meclîsa Sivîl a Minbicê ragihandin ku navê Meclîsê veguherandin Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê û gundên wê. Hevserokatiya Meclîsa Rêveber hat hilbijartin. Her wiha komîteya Amadekariya Rêziknameya Hundirîn a Meclîsa Rêveber û Komîteya Xizmetgozariyê hatin avakirin.
Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundên wê civîna xwe ya yasayî li dar xist. Civîn bi beşdarbûna Hevserokatiya Meclîsê û 132 Endaman li salona civînan a Mala Jinê ya bajêr hat lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê beşdaran girîngiya guhertina navê Meclîsê nîqaş kirin. Piştî gotûbêjên hevserok û endamên Meclîsê, Endaman pêşniyaz kirin ku sîstema rêveberiyê li Minbicê bibe ʺRêveberiya Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wêʺ. Ev yek bi pirraniya dengan hat erêkirin. Her wiha navê Meclîsa Sivîl jî bû ʺMeclîsa Zagonsaz – Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarên wêʺ.
Endamên Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê û Gundewarên wê piştre, 3 komîteyên bingehîn avakirin, ev komîte dê bi awayekî demkî tev bigerin. Îbrahîm El-Qitfan û Zeyneb Qenber wek Hevserokên Meclîsa Rêveber – Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê hatin hilbijartin.