Berî ku Kurd li Sûriye xweseriya xwe îlan bikin nasnameya wan tune bû û hemû mafê wan dihat xwaırin û binpêkirin. Piştî ku gelên Rojava xweseriya xwe îlan kir û herêmên kanton avakirin dest bi rêveberiya xwe bi xwe kirin. Gelek çete li dijî gelên Rojava êrîş pêk anîn. Endamên çeteyên El Nusra (Cephet-El Nusra) Dewletea Îslama Şamê ya Irakê DAÎŞ û gelek çetên din êrîş pêk anîn. Bi taybetî piştî gelê Rova di 19'ê Tirmeha 2012'an xweser îlan kir êrîş zede bûn. Piştî Kurdan xweserî îlan kir dest bi avakirina bingeha qadên parastin, perwerde, rêveberiya herêmî û qadên din kir. Diqada parastinê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava kir. Disa yekîneyên perwerde û rêveberiyên herêmî ava kirin. Ji bo ku gel karibe xwe li gorî rêveberiya demokratîk pêş bibe li Cizîr, Efrîn û Kobanê herêmen kanton îlankirin. 0Rayedarên Kantona herêma Kobanê ji DÎHA re axivî. Rayedaran diyar kirin ku berî şoreş û xweseriê gelek zilm û zora giran didîtin, lê niha ji bo aşti, demokrasî û azadiyê têdikoşin û xwe bi xwe bi rêve dibin.
'Her kesî xwest me bikar bîne'
Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahim Kurdo, anî ziman ku berî şoreşê rewşa Kurdan pir xerab bû û Rejîma Baasê her tişt li wan qedexe kiribû û ji hemû mafên xwe bêpar bûn. Îbrahîm Kurdo, anî ziman ku Esed, per tişt li Kurdan qedexe kiribû û wiha got: "Esat hemû tişt li me qedexe kiribû. Gelek kesan li wir jiyana xwe ji dest didan. Gelek caran Kurd hatin qetilkirin. Kurt li Kamişlo hatin qetilkirin. Zêdeyî 200 hezar mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran zarok hatin qetilkirin. Herî dawî gelê Rojava li Cizîr, Efrîn û Kobanê herêmên kanton îlan kirin. Hevserokê Dîwana Edaletê ya Kantona Kobonê Nihat Ehmed anî ziman ku wan di 6 mehên ewil de bê çek xwe bi rêve bir, lê ji ber ku li dijî wan êrîşên çeteyan zêde bûn, hêzên xwe parastinê ava kirin û wiha got: "Ez niha di Partiya Demokrata Kurd a Suriye de cih digirim. Hemû partiyên siyasî dikarin îdeolojiya dixwazin biparêzin. Li herêmê Înisiyatifa Jıné Kurd, Înisiyatifa Jıné Surî heye. Li gel vanan disa înîsiyatifên ereb, çerkez, turkmen, asur û keldanî hene" Ehmed, da zanîn ku ew şer naxwazin, lê li hemberî êrîşan neçarin xwe biparêzin. DAÎŞ li hemberî me di êrîşê de ye. Dixawzin vîna gel bişkînin û me di vir de bifetisînin.“
DÎHA/RIHA