Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê, bi beşdariya 250 kesan roja 29'ê Mijdarê civîneke xwe ya berfireh lidar xist. Di civînê de ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek biryar hatin girtin. Derbarê encamê civînê de daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Berdevkê Meclîsa Avaker a Şengalê Salih Xidir ve ji raya giştî re hatin eşkerekirin.
Salih Xidir diyar kir ku komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hatiye nayê jibîrkirin û got: "10 hezar çekdarên girêdayî partiyên siyasî li vê derê hebûn ku "gel pişta xwe bi wan germ kiribû da ku wan biparêzin, lê mixabin gelê Şengalê teslîmî DAIŞ’ê hatiye kirin û ev hêz bêyî ku şer bikin vekişiyan."
Xidir ani ziman ku rewşa Şengalê di 13’ê Mijdarê ve hate guhertin û axaftina xwe wiha domand: "Şengal hate rizgarkirin, çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê hatin derxistin. Li vir berxwedana ku van qehremanan 13 mehan li Şengalê, ji girê Kolik heta Solax daye meşandin nayê jibîrkirin. "
Salih Xidir anî ziman ku wan di civîna xwe de rewşa Şengalê bi kurahî nirxandiye û bang li hikûmeta yekbûyî û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî vîn û daxwazên gelê Êzidî rêzdar bin.
Meclîse di daxuyaniya xwe de bang li hemû keç û xortên Êzîdxanê kirin da ku ji bo vîna Êzîdxanê beşdarî nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin.
Spasiyên xwe pêşkeş kirin
Meclîsê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de spasiya xwe pêşkeşî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star),Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hikûmet û gelê Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Rojava, hikûmet û gelê herêma Başûrê Kurdistanê, hikûmeta yekbûyî û gelê Iraqê, gelê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê pêşkeş kir.
ROJNEWS/SENGAL
Biryarên ku hatine girtin
Di nava biryarên girîng de daxwaza ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku rêveberiya xweser a Êzîdiyên Şengalê qebûl bikin. Di biryara de îşaret pê tê kirin ku meclîsên li Şengalê yên bêyî hilbijartin destnîşankirî yên berê li Şengalê, lê niha xelk bi tenê hiştî ne rewa ne û weha hat gotin: "Em dixwazin karê van meclîsan bê rawestandin û Şengal li ser esasê rêveberiyeke xweser bê birêvebirin." Bi biryaran Meclîsa Şengalê dixwaze ku ji bo lêkolîna qirkirinê û dadgehkirina sûcdaran dadgehek were avakirin.
Doza xweseriyê li gorî Destûra Iraqê jî weha tê bi bingeh kirin: "Divê Şengal bibe herêmek xweser û li gorî xalên 116 û 125’an ên destûra bingehîn a Iraqê ku di sala 2005’an de hatiye qebûlkirin, maf bidin civaka Êzîdî ya Şengalê ku xwe birêve bibe. Li gorî vê yekê em dixwazin gelê me yê li Behşik û Bacanan û qeza Şêxan jî rêveberiyên xwe yên xweser îlan bikin." Di heman çarçovê de tê xwestin ku deverên ji Şengalê hatine qutkirin berê dîsa bi ser Şengalê ve werin vegerandin.
Meclîs dibêje, "Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) divê wekî berpirsê parastina sînorê Şengalê û ewlehiya wê ya hundir were dîtin" û di bin sîwana fermandariyeke hevbeş de tevlîbûna Hêzên Pêşmerge û Polîsên hevbeş jî tê pêşniyazkirin.
Meclêsê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwest di çûnûhatinê de pêşiyê li şervanên YBŞ´ê negire û destûrê dide hêzên HPG û YJA-Starê ku li Şengalê şevrvanan perwerde bikin. Di nava biryaran de misogerkirina nûnertiya jinê di nava hemû saziyan de jî heye. Di warê li bakirina alên cihê de jî meclîs dibêje, ji bo me ne pirsgirêk e ku alên Iraqê, herêma Kurdistanê û alên partiyan werin hildan.
Meclês ji bo qirkirinê jî dibêeje "Divê kiryara li dijî jinên Êzîdî hatiye kirin, wekî hewldana qirkirina jiyonosayîd a komî were naskirin û dosyayê vê yekê radestî aliyê têkildar bibe." Di vê çarçoveyê de daxwazên ji bo dadgehkirin û cezakirina şexs, hêz û dewletên berpirsiyar bi pêşniyazên tedbîran tên kirin. Meclîs herî dawî bang li civaka navneteweyî dike ku "jinûve avakirina bajarê Şengalê herêmên girêdayî wê piştgiriyê bidin me û ji bo vê kongreyeke navnetewî were lidarxistin."